Weşangeran ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin

img
EDENE - Weşangeran di Pêşengeha Pirtûkan a Çukurova de ji ber qeyrana aborî tişta hevî dikirin nedîtin. Weşangeran anîn ziman ku ji ber guhertina saziya dowîzan di sektora weşangeriya pirtûkan de firotin kêm bûye û pirtûk pir kêm firotin. 
 
13’emîn Pêşengeha Pirtîkan a Çukurova ya Yekîtiya Weşangeriyên Tirkiye û Şîrketa Pêşengeha TUYAP'ê ya Edeneyê piştî 9 rojan vekirî ma bi dawî bû. Di pêşengehê de nêzî 500 nivîskar beşdar bûn. Nêzî 70 bernameyên ji bo pêşandana pirtûkan hatin li dar xistin. Her çend li gorî salên berê çûn û hatina pêşengeha pirtûkan zêde bû jî, krîn û firotina pirtûkan ji her sal kêmtir bû. Weşangeran anîn ziman ku îsal firotina pirtûkan pir kêm bû û sedema vê yekê zêdebûn û kêmbûna dowîzan bû. 
 
Di pêşengeha pirtûkan a TUYAP a Çukurova de Weşanxaneya Eksik Parça ya ku pirtûkên zarokan difiroşe  jî cihê xwe girt. Berpirsê Weşanxaneya Eksik Parça Serdar Sabuncu, diyar kir ku pêşengeh ji bo wan baş derbas bû, lê ji ber guhertina dovizan nebaş bû. Sabuncu anî ziman ku ji ber guhertina dowîzan buhayê kaxizê kêm û zêde bû û vê yekê bandorê li ser wan kir. Sabûncû, anî ziman ku guhertina buhayê dowîzan rê li pêş qeyrana aborî vekir û vê yekê bandor li ser wan jî kir." 
 
Ji Weşenxaneya Pirtûkan a Yordam Gonul Goner jî anî ziman ku guhertina dovizan bandorek neyînî li ser buhayê kaxizan kir û ji ber vê yekê neçar man ku buhayê pirtûkan jî zem bikin. Goner, anî ziman ku dema li Pêşengeha Pirtûkan a Stenbolê tev li pêşengehê bûn ji sedî 20 firotin kêm bû û "Buhabûna pirtûkan bandorê li xwînaran dike. Xwîner li gori pereyên bêrîka xwe pirtûkan dikire. Li şûna 3 pirtûkan bistîne tenê pirtûkekê distîne. 
 
Ji Weşanxaneya Pirtîkan a Kor Burhan Coşar jî anî ziman ku tişta wan ji pêşengeha pirtûkan hevî dikir bi dest nexistine. Coşar, anî ziman ku ji ber buhayê kaxizan zêde bû bandorek neyînî li ser wan kir û vê yekê di heman demê de bandor li ser xwîneran jî kiriye. Coşar, jî anî ziman ku mirovên berê sê pirtûk dikirîn, niha tenê pirtûkekê dikirin. 
 
MA / Hamdullah Kesen