Dengbêjan li Mersînê kilam gotin

img
MERSÎN - Di bernameya ku ji aliye Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê ve hat lidarxistin de dengbêjan kilam gotin. 
 
Atolyeya Hunerê ya Akdenîzê ku li Mersînê bi feraseta hunera alternatîf xebatên xwe yên çandê dimeşîne, ji bo jiyandin û berbelavkirina çanda dengbêjiyê, şahiyek li dar xist. Şahî, li Komeleya Çandê û Piştevaniyê ya Colemêrgiyan a li navçeyê hat lidarxistin û gelek dengbêj tevlî bûn. Eleqeyek zêde ji bo bernameyê hat nîşandan. Dengbêjan ji ber eleqeya kêm a ji bo dengbêjiyê gazinên xwe kirin û xwstin ku xwedîderketina li dengbêjiye bê zêdekirin.