43 xwendekaran çîrokên xwe di pirtûkekî de gihandin hev

img
EDENE -  Pirtûka bi navê “Serpêhatiya Pênç Hezar Salan (Beş Bîn Yillik Seruven)” ku ji 45 çîrokê 43 xwendekaran pêk tê, di Fûara Pirtûka ya Çûkûrovayê de cihê xwe girt.
 
Li Edeneyê, 43 xwendekarên Dibistana Navîn Adana Vakifbankê, di çarçoveya Projeya Nivîskarên Biçûk de 45 çîrokan berhev kirin û bi navê “Serpêhatiya Pênç Hezar Salan (Beş Bîn Yillik Seruven)” kirin pirtûk. Xebata ku bi piştgiriya mamosteyên dibistanê ve hat birevebirin, 2 salan berdewam kir û weke pirtûk hat çapkirin. Pirtûka hat amadekirin, di 13'emîn Fûara Pirtûka ya Çûkûrovayê de cihê xwe girt.