'Divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike

img

AMED – Beşdarvanên Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan, destnîşan kirin ku divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike û gotin, wê Tora Ziman û Çandan di pêşerojê de bibe tovek ji bo sererastkirina çand, huner, wênesaziyê û hemû beşên hunerê yên din.

Tora Ziman û Çandan, bi armanca nexşerêya xwe diyar bike, li Sûr a Amedê li Demîr Otelê Komxebata 1’emîn a Ziman û Çandan, da destpêkirin. Nivîskar, akademîsyen, hîndekar, weşanger, karsaz, saziyên jinan, zarokan û çand û hunerê jî di nav de nêzî 300 kes tev li komxebatê bûn. Ji beşdarvanan edîtorê serwîsa kurdî ya bianetê Murat Bayram û hunermend Jan Axîn, komxebata navbirî û Tora Ziman û Çandan ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin. 
 
Beşdarvanê Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan edîtorê serwîsa kurdî ya bîanetê Murat Bayram, diyar kir ku xebata çand û ziman ne tenê xema torê ye û got: “Xema hemû kesên ku beşdarî torê bûne. Ji bo nimûne, ez li maseya ragihandinê me. Em li maseya ragihandinê behsa kêşeyên kurdan dikin. Bi giştî dema ku em diaxivin her rojnamegerên ku ji beşên cuda, ji ajans û rojname û televîzyonên cuda behs dikin ku êdî cihê kurdî yê di civakê de kêm bûye, divê her pîşeyek ji aliyê xwe ve ji bo kurdî tiştekî bike. Êdî kurdî ne tenê yek ji zimanên kolanê be, divê ji bo nimûne munaqaşayê lê bikin di ragihandinê de, divê kurdî çawa be, kîjan kêşeyên me hene? Çareserî çi ye? Bi taybetî her kesê ku diaxive em du pirsan jê dikin. Çi kêşe heye û çareserî çi ye? Ji ber ku kêşeyeke giştî heye, em dizanin kurdî rê û derfet nedîtîye ku pêş bikeve. Lê divê em beş bi beş lê hûr bibin û bipirsin û bersiva wê bidin.”
 
‘KÎJAN KêŞE HENE EM Ê ÇAWA ÇARESER BIKIN?’
 
Bayram, destnîşan kir ku ne tenê ji bo zimanê kurdî ji bo her tiştî ku gavekê bibin pêş divê mirov beş bi beş lê hûr bibe û got: “Ji bo vê jî kurdî ne tenê zimanekî çandê ye, her wiha kurdî zimanê tibê ye, kimyayê ye, ragihandinê ye divê beşên cuda li ser lêkolînên xwe bikin û paşê nexşerêyekê çê bikin. Li gor encamên van munaqeşeyan em ê bibêjin ka li pêşiya me bernameyek çawa heye. Kîjan kêşe hene û em ê çareseriyên çawa ji bo van kêşeyan pêşniyar bikin.”
 
‘BERNAMEYÊN ÇANDÊ DÊ BÊN ZÊDE KIRIN’
 
Bayram, da zanîn tişta berbiçav ew e ku dê raporekê biweşînin û ew ê bibêjin ka dê çi bê kirin û got: “Em bi xwe jî dê di karê xwe de vî tiştê bikin. Ji bo nimûne, heke em bêjin dê di ragihandina kurdî dê ev tişt bê kirin, her wiha em bi xwe jî dê wan tiştan bikin. Ev tişta herî şênber e ku bê kirin. Ya rastî çand jî beşeke ziman e, em nikarin çandê ji zimanî cuda bigirin. Di ragihandinê de wekî ku em dizanin pirtirîn ragihandina me li ser siyasetê û nûçeyan û tiştên rojane ne. Lê yek ji encamên ku paşê em ê diyar bikin, ez texmîn dikim ku dê bernameyên çandê jî bên zêdekirin ku ziman pirtir dê bi rengê xwe diyar bibe.”
 
‘XEBATEKE PÎROZ E'
 
Beşdarvan hunermend Jan Axîn jî diyar kir ku bi tevlîbûna Tora Ziman û Çandan ruhê wî nû bûye û got: “Kêfa me hate cîh ji me re hêviyek çê bû. Dibe ku di pêşerojê de belkû ev bibe tovek ji bo sererastkirina çandê, hunerê, wênesaziyê û hemû beşên hunerê. Ev xebat, xebateke pîroz e.”
 
‘ZIMAN ÇIKAS RAST BIBE EW QAS ŞIRÎN DIBE’
 
Axîn, anî ziman ku komxebatên bi vî şiklî divê bên zêdekirin û got: “Du sê salan carekê ne, salê du sê caran bên kirin da em bêtir bên cem hev, xurtbûniyên xwe bi hev re parve bikin û şaşiyên xwe bi hev re rast bikin. Di dawiyê de jî divê li ser teksta kurmancî hinekî hesas bin. Kesên ku huner û nivîsa kurdî baş nakin divê ew mirov bi awayekî nermî bên îkazkirin. Çi qas ziman rast bibe ew qasî jî wê şirîn bibe û vîzyona wî jî rastir bibe. Nifşên nû jî wê bêtir bixwazin zimanê kurdî bişopînin.”
 
‘DIVÊ POPULÎZMA KESÊN KU JI RIHÊ KURDÎ DÛR BÊ DAXISTIN’
 
Axîn, da zanîn ku kesên ku organîzasyona muzîka kurdî dikin divê li ser kesan baş fikirin û got: “Kesên ji ruhê kurdî dur in û muzîka kurdî baş bi kar naynin û qirêj dikin divê populîzma van mirovan ji aliyê çapemeniyê ve bê daxistin. Her kesên ku bi ruhê kurdî re, bi cîhana kurdî re samîmî be û xwe diêşîne divê şop bê vekirin ew jî li ser organîzasyona ne. Rêveberên ku organîzasyona dikin şêxsên ku derdixin li ser dikê divê hinek li ser vê hişmendiyê gazî bikin, ne li ser populîzma wan. Ji ber ku populîzm carna li dijî hunerê jî derdikeve. Lê tiştê wê çaxê têk diçe huner e.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme