Armanca Wîkîferhengê 'milyonek peyvên kurdî ye'

img

AMED - Wîkîferhenga înteraktîf û azad di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê bakirî di rêza 9'an de ye. Heta niha 811 hezar û 307 peyvên kurdî li Wîkîferhengê hatine barkirin. Wîkîferhengê hedefa "Milyonek peyvên kurdî" danî pêşiya xwe.

Wiktionary ferhenga înterakîf û azad e, ku têde gelek ferhang bi zimanên cuda hene. Ferhenga Kurdî jî yek ji wan e ku navê wê jî Wîkîferheng e. Li gorî vê ferhenga înteraktîf û azad, Kurdî di nava zimanên di Wiktionary de bi hejmara peyvên lê barkirî, di rêza 9´an de ye, Heta niha bi 811 hezar û 307 peyvan ew bi gelekî li pêşiya Tirkî, Farsî û Erebî ye. Niha hedefa Wîkîferheng "Milyonek peyvên Kurdî" ye. Ger bigihîjin hedefa xwe di nav zimanên dinyayê de ew ê bibin 5’emîn zimanê aktif.
 
Wîkîferheng 2’yê Gulana 2004’an ji aliyê Husein Muhammed ê ji Zaxoyê ve hatiye avakirin û niha ji aliyê gelek kesan ku xebata xwe wek "zibare" pênase dikin ve tê birêvebirin. 
 
Wîkîferheng ku niha di nav zimanên din de di rêza 9´an de ye, wekî hedef daniye pêşiya xwe ku ew ê peyvên Kurdî ên di ferhengê de bikin milyonek. Her wiha bang li kesên şareza û heweskarên Kurdî dike da ku bi hev re bigihîjin vê hedefê.
 
Em bi Wîkîferhengê re peyivîn. Ji ber karê wan kolektîf e, xwestin bi ser navê "Wîkîferheng" bersiva pirsên me bidin.  
 
KURDÎ BI ÎNGÎLZÎ RE DI REQABETÊ DE YE 
 
Wîkîferheng derheqa "Yek Milyon Peyvên Kurdî" de ji me re got:"Belkî ji wan 500 hezar peyv bin. Yên din guherandin in. Armanca me ya sereke ew e ku ferhengnasiya kurdan bigehînin asteke bilind ku niha di Wîkîferhengê de di nav zimanê rojhilata navîn de zimanê kurdî ji alîyê ferhengnasiyê dê zimanê herî aktîf e. Niha li gel zimanên çînî, elmanî, ingilîzî di reqabetê da ye. Yekemîn armanca yek milyon peyv û guherandin ew e ku di nav zimanên dinyayê de em ê bibin 5’emîn zimanê aktif. Niha zimanê sereke ingilîzî ye ku xwedî 6 milyon peyv û guherandinan e.”
 
PAŞÊ JÎ WÎKÎPEDIYAYA KURDΠ
 
Wîkîferheng piştî xebata xwe ya Wîkîferhengê jî armanca xwe wiha eşkere dike: “Armanca me ew e ku em kurdînûsan kanalîze bikin Wîkîpediyaya Kurdî ku niha di warê ansîklopediyê û nivîsaran de zeîf e Wîkîpediyaya kurdî. Niha me gelek gotarên kurdî li ser wîkîpediyaya kurdî afirandine bi nêrîneke kurdî û bi dîsîplîneke akademîk e.” 
 
GAVA KURDÎ SÎNORAN XELAS BIKE 
 
Wîkîferheng da zanîn ku ew dixwazin bala kurdan bikişînin ser Wîkîferhengê û xebatên zimanê kurdî û wiha got: “Tiştên ku Wîkîferhengê ji destpêkê ve pêk aniye dixwaze bike; tu kêmasiya Kurdî ji zimanên din tuneye ye. Ew di platform û dinyayeka (dinyaya ferazî, dinyaya sanal de) azadtir de dikare eynî mîna zimanên din ên serdest cihê xwe, li rêzên pêş, bigire. Gava Kurdî ji zext û sînoran xelas bibe, ew ê ji zîncîr û bendên li dor tê gerandin jî xelas bibe. Hedefa mîlyonek û di rêzên pêş de cihê xwe girtin, dê vê xwebaweriyê bide Kurdan bixwe. Wekî din, ji çendaniyê zêdetir çawanî hedef û armanca pêştir e. Em dixwazin Wîkîferhengê bo her zimanî bikin çavkaniya yekem. Em dixwazin naveroka peyvan, biwêjan, gotinan baştir û çêtir bikin. Loma kesên pispor, kesên ku di her zimanî de dikarin tiştekî li wîkîferhengê zêde bikin bikarin bi me re bibin alîkar.” 
 
HINO HINO ZIMANÊN DIN JΠ
 
Wîkîferheng destnîşan dike ku ji armanca yek mîlyon peyvan wêdetir armanca wan sereke ew e baştirkirina naveroka ferhengê ye û wiha pêde çû: “Hin ziman di wîkîferhengê de bi gelek peyvan hene, hin ziman hîn tenê bi çend peyvan hene. Wek mînak, van rojan bi alîkariya Husein Muhammed em peyvên Fînlandî di Wîkîferhengê de zêde dikin. Di demeka nêzik de Wîkîferhengê bo ferhenga Fînî-Kurdî jî dê bibe yek ji çavkaniyên serektir. Wîkîferheng bo etîmolojî, bo mînakdayîna literatûrî, wêjeyî jî çavkaniyeke gelek dewlemend e. Ji vî alî ve jî em wîkîferhengê dewlemendtir dikin. Meriv ya rast bibêje, karên ku hewce bi alîkariya gelek kesan, kesên zana û pisporan heye, karê bi salan hîn jî li pêş me ye. Wîkîferheng ji bo nêzikkirina zareve û şêwazerên Kurdî jî jixwe kêm zêde tiştinan pêk tîne.” 
 
WEKÎ HER ZIMANÎ XWEBEXŞANE TÊ KIRIN 
 
Ansîklopedî û ferhengên mîna "Wîkîpediya" û "Wiktionary" ne tenê li gel Kurdan li gel miletên dîtir jî xwebexşane û bê heqdest tên kirin, lê di Kurdî de kesên ku pê bilebike û pêşde bibe zêde tunene, her wiha elfabeyeke neyekbûyî û pirzaravayî jî karê wan zehmetir dike. Li ser vê yekê Wîkîferheng dibêje: " Kesên ku bi hawiyekî aktîf tê de kar dikin, bi giştî li derdora 10 kesan maye. Lê berhem û karê ku beramberî vê pêk hatiye tiştekî bêhempa ye. Meriv dikare bibêje Wîkîferheng, Wîkîpediya bi giştî bi vî hawî tên bi rê ve birin. Wek mînak yên Îngîlîzî, Almanî û ên din bi giştî xwebexşane, bi tevkariya kesên dixwazin tê birêvebirin. Lê di vî warî de dezavantaja Kurdî kêmasiya kesên ku bikarin bibin alîkar e. Wek tê zanîn xwendin û nivîsandin di nav Kurdî de bo şert û mercên tên zanîn kêm e. Loma li gor zimanên din Kurdî di rewşeke bi dezavantaj de ye. Wekî din, dabeşbûna zareveyî û sînorî û alfebeyî jî dîsa derdikeve beramberî me. Lê dîsa jî kî bixwaze bibe alîkar dikare bi hawiyekî bo vê projeyê bibe alîkar."
 
MA / Bîlal Guldem