Komxebata 1'emîn a Tora Ziman û Çandan sibê dest pê dike

img

AMED - Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çandan sibê bi dirûşma "Em bi ziman û çanda xwe bijîn" dest pê dike. Endama Desteya Şêwira Torê Cevahîr Sadak Duzgun, da zanîn ku wê tor bi 12 temayan were niqaşkirin û di komxebata xwe de nexşerêyekê diyar bikin.

 
Tora Ziman û Çandan di 11-12’ê Çileyê de li Sûr a Amedê li Demîr Otelê, Yekemîn Komxebata xwe bi dirûşma "Em bi ziman û çanda xwe bijîn" li dar dixe. Endama Desteya Şêwirê ya Tora Ziman û Çandan Cevahîr Sadak Duzgun, diyar kir ku wê dawiya vê hefteyê di 11-12'ê Çileyê de bi beşdarbûyîna 250 kesan civînekê çê bikin û got: "Bi awayekî berfireh me xwest em ziman û çanda kurdî nîqaş bikin. Ev destpêk xebata me ya berfireh e. Di civînê de em ê li ser nexşerê û rêziknameya torê jî niqaşan bikin". 
 
‘BI 12 TEMAYAN DÊ NIQAŞ WERIN KIRIN’
 
Duzgun, anî ziman ku pirsgirêka ziman ne pirsgirêka rewşenbîr û nivîskaran e û got: “Em jî wek sekreterya torê wisa difikirin, ji ber wê yekê me tor berfireh girt. Em dibêjin ku pirsgirêk pirsgirêka civakê ye. Me nêzî 12 tema diyar kirine. Bi van 12 temayan rewşa çand û zimanê kurdî bi her awayî dê were niqaş kirin. Daxwaza me ew e ku pêşniyar werin kirin ku ji bo xebatê em çi bikin, ji bo geştirîna ziman û çanda kurdî em dikarin çi xebata bidin pêşiya xwe. Ji ber wê jî bi 12 temayan û bi tevlîbûna gelek kesan ji karsazan heya saziyên zaroka, saziyên jinan heya akamîsyena, weşangeriyê, hunermend û kesên di qada çandê, ji odeyên pişeyî gelek kes wê beşdar bibin. Me xwest ku hemû hêl tevlê bibin. Dibe ku hinek kêmasî hêj hebin, lê ev destpêk e. Ji vir û şunde ev xebat wê nexşeriyekê diyar bike. Piştî nexşerê derket dê xebat dest pê bikin.”
 
‘ZIMAN WÊ HER ROJ DI ROJEVA ME DE BE’
 
Duzgun, dest nîşan kir ku di 2020’an de wê ji bo çand û zimanan xebateke berfireh bixin nav rojeva xwe got: “Ne tenê rojên zimanê dayikê, wê ziman û çand her roj di rojeva me de bin. Em ê balê bikşînin li ser wê, hişyariyekê bikin û ji bo geştirkirina wê jî çi ji destê me were em ê bikin.”
 
Duzgun, herî dawî got: “Niha pirsgirêka me divê her kes li mala xwe, li kolana xwe, li hewşa xwe binere xwe sererast bike. Me xebata xwe ji vir daye dest pê kirin. Banga me, em dibêjin bi zimanê xwe û bi çanda xwe bijîn. Ez dixwazim vê bangê li her kesî bikim.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç