Hejmara 4'emîn a kovara Folklora Me derket

img
AMED – Hejmara 4’emîn a Kovara Folklora Me bi naverok têr û tije derket. Kovar bi beşên cuda yên folklorê hatiye dagirtin û kovar dibêje ku dê di hejmarên bê de cih bidin nivîsên girtiyan jî. 
 
Kovara Folklora Me ya ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê weşandin bi mijar û hejmarên nû weşangeriya xwe berdewam dike. Hejmara 4’emîn a kovarê derket û xwîner dikarin li pirtûkxaneyan peyda bikin. Ev hejmara meha Kanûna Pêşîn, Kanûna Paşîn û Sibatê ango hejmara demsala zivistanê ye. 
 
Kovar di bergê xwe ya pêş de jî nîşaneya zivistanê wek berf ango wêneyek zivistanê bikar aniye. 
 
Kovar bi mijarên cûr bi cûr daketiye û gelek mijaran lêkolîn kiriye û raxistiye ser rûpelan. 
 
Edîtoriya kovarê dibêje bi taybetî girtîyên zîndanan, bi name û nivîsên xwe coş û kelecana wan zêde dike û dê di hejmarên bê de nivîsên wan biweşînin. 
 
Ji edîtoriya kovarê wiha hatiye gotin: 
 
“Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibare li hazir û guhdaran. De hûn dizanin gelek çîrok wisa dest pê dikin û dirêj dibin û dibin û dibin heta zarok dikevin xewê û xewnan dibînin. Di xewna xwe da heft qat diherin binê erdê, carna jî bilind dibin heta heft tebeqeyên ezmanî. Di xewnê da rûçikê wan zarokan dikene, û ew dilşad in; em jî îro bi qasî wan zarokan kêfxweş û şad in, çimkî me karî careka din em bên ber derîyê we. 
 
GIRTÎ BI NIVÎSÊN XWE COŞ Û KELECANA ME ZÊDE DIKIN
 
Li gel derxistina kovarê, tiştê din yê ku em pê şanaz û serbilind in, eleqeya we ya ji bo kovara me ye. Hûn hem bi nivîsên xwe hem jî bi pêşnîyar û rexneyên xwe hêzê didin me. Mala we tevan ava be. Bi taybetî girtîyên zîndanan, bi name û nivîsên xwe yên hêja, coş û kelecana me zêde dikin. Bi xêr di hejmarên bê da, dê nivîsên wan jî bên weşandin di kovara me da. 
 
Folklora Me, hejmara çarem dîsa têr û tijî ye. Berhevkarîyên ji beşên cuda yên folklorê û binbeşên wan, gotarên cûrbicûr, xaçepirsa folklorê, ferhengoka peyvan û hevpeyvîn; me kovara xwe bi van xebatan dagirt. Helbet tiştekî ku kêfa we dê jê ra bê heye di kovarê da, loma jî xwe nexesirînin; xwe û malîyên xwe bê ‘Folklora Me’ nehêlin. 
 
DIVÊ HER KURD DI TANGA XWE DE BERHEVKARIYA FOLKLORÊ BIKE
 
Berhevkarê hêja Mehmet Yildirimçakar, Lorîyên Qelqelîyê berhev kirine. Ji bo dayîk û nifşên kurdewar ev cûre zehf giring e loma jî divê her kurd di tanga xwe ra vê keresteyê û kerseteyên din berhev bike û biparêze. Ahmet Seyar berê xwe daye destanên kurdî û ew li ser rol û karîgerîya jinê di destanên kurdî yên epîk da, hûr bûye. Cemîl Şêlazî, di gotara xwe ya bi herfên aramî da, berê me dide bikaranîna nifiran di heyranokan da. Mem Mukrîyanî dîsa ji beşeka cuda deng li me dike, yek bi yek qala gîyayan dike. ‘Aykê’ya mirovxur, ‘Xecê’ya ku ji ber karî bûye wekî pîrikekî, jinbava zalim, pepûk, mêvanê fama û sê birayên kose; hin leheng û tîpên hejmara me ya çarem in. 
 
Di vê hejmarê da hin berhevkarên me yên ciwan hene ku mirov çav li xebatên wan dike, mirov hem kêfxweş dibe hem jî bextewar: Elîf Gun, Simko Sonmez, Helbest Çetîn, Hîkmet Yildiz û Vîldan Sevîm, em wekî Folklora Me, we pîroz dikin û dibêjin “rêya we vekirî be û hûn her serkeftî bin. 
 
JI BO SERSALA KURDÎ
 
13ê Kanûna Paşîn, zarok û xortên gund û taxan dê xwe bikin dilqên cuda, bên berîyê we stranan bibêjin û bilîzin. Ji kerema xwe dengên wan nebirin û bila ew bibêjin; 
 
Serê salê 
Binê salê 
Xwedê azadî û serbestîyê bike qismetê vê malê 
Û hûn jî bibêjin, ‘amîn.’
 
De bi xatirê we gidîno! Lê hay ji xwe hebin ku bila kose we neşelînin, zîya we nexwin, jinbav jehrê nekin nava xwarina we, xoceyên zûrker zarokên we nedizin, xelk û alem jî nebe qesasê evîna we.”