DTSO: Bila sala 2021’an bibe Sala Zerzevanê

img
AMED – Platforma Turîzmê ya DTSO’yê ji bo sala 2021’an bibe “Sala Keleha Zerzevanê” û bikeve lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’yê jî dest bi xebatan kir. 
 
Platforma Turîzmê ya Odeya Bazarganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) civîna ewil a sala 2020’an li avahiya xwe li dar xist. Platforma Turîzmê ya DTSO’yê ku ji sala 2019’an ve ji bo parastina nirxên dîrokî û çandî yên li Amedê werin parastin xebatên xwe birêve dibe, di civîna xwe de li ser şûnwarên dîrokî û çandî nîqaşan birêve bir. 
 
‘BILA SALA 2021’AN BIBE SALA ZERZEVANÊ’ 
 
Platformê di civîna xwe de biryar girt ku ji bo Keleha Zerzevanê ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê sala 2021’an ji wek “Sala Zerzevanê” were ragihandin dest bi xebatan kir. Platforma DTSO’yê ji bo ku Keleha Zerzevanê bikeve lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’yê jî serlêdanên pêwîst kir û dê xebatê ji bo vê yekê jî birêve bibe.