Rojnameger Aykol sibê li Amedê bi xwînerên xwe re tê gel hev

img
AMED – Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol dê di roja hevpeyvîn û destnîşanê ya pirtûka xwe “İlginç Zamanlarda Yaşamak (Di Demên Cuda De Jiyîn)” bi xwîneran re bê gel hev. 
 
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol li Amedê bi xwîneran re tê cem hev. Pirtûka Aykol a bi navê ““İlginç Zamanlarda Yaşamak (Di Demên Cuda De Jiyîn)” ku ji Weşanên Aramê derket û qala çapemeniya kurd dike. Aykol dê li ser pirtûka xwe hevpyevînek pêk bîne û pirtûka xwe ji xwîneran îmze ango destnîşan bike. Aykol sibê saet di 14.00’an de li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li semta Ofîsa Amedê vê bernameya xwe li dar dixe.