Hejmara 12’an a Dilopê derket

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara 12’an a Kovara Dilopê derket. Mijara dosyeya hejmara 12’an Firat Cewerî ye û her wiha div ê hejmarê de ji bo Silo Qiz jî cihekî taybet veqetandiye.

Hejmara 12’an a kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê ya Dilopê derket. Dosyeya hejmara 12’an derbarê nivîskar Firat Cewerî ye. Her wiha kovarê div ê hejmara xwe de ji bo Silo Qiz jî cihekî taybet veqetandiye ku ji tertelay Dêrsimê bi saxî filîtîbû û zêdetirî sed salî êş û azarên Dêrsimê bi kemana xwe dida der.

MIJARA DOSYEYA HEJMARA 12’AN FIRAT CEWERÎ YE

Kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê, di hejmara ewil a 2020an de dosyeya xwe ji bo 40 salên berhemdariya Firat Cewerî veqetandiye. Nivîskar û şa’iran keda çil salan a Cewerî û wêjevaniya wî nirxandine.

DILOPÊ SILO QIZ JI BÎR NEKIRIYE

Dîsa kovarê ji bo Silo Qiz cihekî taybet veqetandiye ku ji terteleya Dêrsimê filitî û zêdetirî sed salî bi kemana xwe êşa Dêrsimê vegot. Di hejmara 12’an de  nivîskar Cemal Taş û hunermend Kemal Kahramanê derheqê girîngiya Silo Qiz de nivîsîne.

MÛNZÛR Û JEO-TURÎZM

Îlhan Ulusoy û Elif Eser berê xwe dane jeo-tûrîzma Mûnzûr, ketine pey pirsa: “Jeo-tûrîzm êrîşeke din e li ser xwezaya Mûnzûrê?”

NIVÎSÊN CUR BIC UR

Mesut Alp ku tevli nav nivîskarên kovarê bû û dê ji vê hejmarê pê ve li ser arkeolojiya warê kurdan binivîse, di vê hejmarê de li ser dîroka bendava Heskîfê nivîsiye. Mehmet Oncu çarçoveya nivîsên xwe berfirehtir dike di hejmara nû de û dipirse “Li pêjgeha Komageneyê çi dipijiya?” Yekem fîlmê western ê kurdan; My Sweet Pepper Land… Ev fîlmê Hineer Saleem ji aliye Miradê Miradan ve bi berfirehî tê dahûrandin.

Barış Avşar, Evîn Şikakî, Akman Gedîk, Muslum Uzulmez, Bulent Gedîk û Sezaî Sarioglû bi nivîs û çîrokên xwe, Fewzî Bîlge bi tabloya xwe û Bertolt Brecht, Adonîs, Firat Keklîk û Mahsûn Çakmak bi helbestên xwe hejmara nû ya sala nû dixemilînin.