Ji ber nelihevkirina hîsedaran hindik maye xana dîrokî hilweşe

img

AMED - Li Sûrê, Midûriyeta Herêmê ya Weqfan jî di nav de 22 hîsedarên Xana Borsayê hene û ji ber hîsedar li hev nakin, xana dîrokî hindik maye xera bibe.

Xana Borsayê (Çîfte Han) a li Taxa Dabanoglû ya Sûr a Amedê, ji ber nehatiye erstorekirin hindik maye xera bibe. Di nav gel du navên xanê hene; Xana Borsayê û navê kuçeya lê ye "Çîfte Han". Nayê zanîn kî ev xan çê kiriye, lê tê gotin di sedsala 16'aan de hatiy çêkirin. Xan, bi kevirên reş û spî hatiye çêkirin û sivderên wê hene. Mêrdewaneke xanê heye û mirov di vê mêrdewanê de diçin qata dudoyan a xanê. Li pişt sivderan ode hene û ber bi derve ve jî deriyek wê û pacên wê hene. Tê gotin, di sala 1940'î de ji ber firehkirina rêyê xera bûye.
 
KIRINE DEPO
 
Piştî hatiye çêkirin bûye yek ji cihwarê bazirganiyê. Li pêşiya wê Xana Hesen Paşa heye û li pişt wê jî Xana Sulukluyê heye. Hema bêje bi sedan sal e nehatiye restorekirin.
 
Niha jî wekî dikan û depoyan tê bikaranîn û dîwarê paş wê hindik maye hilweşe.
 
NELIHEVKIRINA HÎSEDARAN
 
Gelek hîsedarên xanê hene û tê gotin ji ber vê nayê restorekirin. Ji sedî 33.5'ê hîseyan ê Midûriyeta Herêma ya Weqfan e, ji sedî 40 ê kesekî ye û ji sedî 26.5 jî ên 20 kesî ne. Ji ber nelihevkirina hîsedaran xan nayê restorekirin.
 
Her wiha ligel vê Midûriyeta Weqfan jî sersariyê dike û ji ber vê sersariya wê hindik maye xera bibe.
 
MA / Fethi Balaman