Li Moda Sahneyê konsera 'LaWje'yên Evîniyê'

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wê LaWje, di 24'ê Çileyê de li Moda Sahneyê derkeve ser dikê. Navê konsera LaWje, "LaWje'yên Evîniyê" ye û wê di vê konserê de stranên hunermendên di muzîka kurdî de xwedî kedeke mezin in bên gotin. 

 
LaWje, wê di 23'yê Çileyê de li Kadikoy a Stenbolê li Moda Sahneyê derkeve ser dikê û wê konserekê li dar bixe. Navê konsera LaWje "LaWje'yên Evîniyê" ne û dê di vê konserê de vê carê stranên hunermendên di muzîka kurdî de xwedî kedeke mezin in bên gotin. Wê di konserê de stranên Mihemed Şexo, Hesen Zîrek, Meyrem Xan, Rençber Azîz, Tahsîn Taha, Erdoxan Zaxoyî, Eyaz Yusif, Abdulwahîd Zaxoyî, Mihemed Akreyî, Hesen Şerîf, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Hozan Serhed, Aram Dîkran hwd. bên gotin.