Hejmara 4'an a 'Zrîng'ê derket!

img

AMED - Hejmara 4'an a xêzekovara kurdî "Zrîng" derket. Di hejmara nû de hem xêzkarên nû hene hem jî kovarê ragihandiye ku piştî hejmara 4'an wê ji bo xêzkarên amator jî rûpelekê veqetînin

Hejmara 4'ab a xêzekovara kurmancî û kirmanckî "Zrîng" derket. Di vê hejmarê de ligel xêzên Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Îmam Cîcî, Eşref Mûmcû, Bunyamîn Karakoç û Ronî battê, di vê hejmarê de xêzên Eceren û Kemal Gokhan jî hene. Her wiha dîsa Terstaqla Reco û Ozgur Amed jî bi nivîsên xwe yên mîzahî rengek cuda dane kovarê. 
 
Zrîng ku ji 32 rûpelan pêk tê û mehê carekê dertê, di hejmara 4'an de ragihandiye ku wê ji hejmara 5'an pê ve ji bo amatoran jî rîpelekê veqetînin û cih bidin xêzên amatoran. 
 
Zrîng, ji hejmara 3'yan pê ve li hemû bayiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê tê firotin û peydakirin û êdî li Almanya, Swîsre, Parîs û Londonê jî tê belavkirin.