Rojên Wêjeya Kurdî bi dawî bû

img
ÊLIH – Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ku 5 rojan bi guhdarkirina helbestan, nîşandana fîlman û panelan hat birêvebirin bi dawî bû. 
 
Li Êlihê 2’yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ya ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sena Êlihê, Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto ve 5 rojan hat birêvebirin bi dawî bû. Bernameya Rojên Wêjeyê li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekîn pêk hat û encama pêşbirka helbest û çîrokan a ji bo xwendekaran pêk hat hatin eşkerekirin. 
 
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, helbestvan Berken Bereh û nivîskar Selîm Temo û nivîskarên din xelata 10 xwendekarên ketin rêza ewil dan wan. 
 
‘ARMANCA ME PÊŞXISTINA ZIMANÊ KURDÎ YE’ 
 
Di dawiya bernameyê de Midurê Çandê yê Şaredariya Êlihê Ahmet Ogurlu axivî û da zanîn ku piştî demek dirêj ev Rojên Wêjeya Kurdî pêk hat û bêrîkirinek di vî warî de bi dawî bû û got: “Ji niha şûnve jî daxwaza me ew e ku bêyî ku navberên dirêj bikevin navberê mihrîcan her sal bi awayek rêkûpêk bê lidarxistin. Em malovaniya her kesê ku keda wan derbas bûye dikin. Armanca me ew e em zimanê kurdî li pêş bixin û bidin jiyîn. Dê ji bo vê pêşketinê jî çalakî û şahiyên me çandî û hunerî dewam bikin.” 
 
Helbestvan Berken Bereh mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeya Kurdî bû û roja ewil a bernameyê bi Şeva Rêzgirtinê ya ji bo Bereh hatibû lidarxistin û dest pê kiribû.
 
Bername bi kişandina wêneyê komî yê Rojên Wêjeyê bi dawî bû.