Kilamên xwe diyarî Roboskî kirin

img
WAN – DÎSA-DER şahiyek li dar xist. Dengbêjan di şahiydê de kilamên xwe ji bo qûrbaniyên Roboskî gotin. 
 
Li Wanê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ji bo balê bikişîne pişaftina li ser zimanê kurdî li avahiya komeleyê şahiya dengbêjan li dar xist. Jinên dengbêj bi kiras û fîstanên xwe yên reng û reng beşdarî şahiyê bûn û li gel aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Dengbêj Meryem Tuncer di bernameyê de axivî û bal kişand polîtîkayên pişaftinê yên ziman. 
 
Tuncer bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Roboskî ye û got ew klamên xwe diyarî 34 qûrbaniyên Roboskî dikin. 
 
Piştî axaftina Tuncer dengbêjan bi dorê kilam gotin û diyarî Roboskî kirin.