Her kincek xwedî dîrokek

img

WAN - Hasan Parîn ku 46 sal in kiras, fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike, got her kincek xwedî rabirdûyeke dîrokî û çandî ye. 

Harûn Parîn, li Taxa Şerefiye ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê 46 sal in fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike û got, her kincek xwedî rabirdûyeke dîrokî û çandî ye. 
 
Parîn ku bi piranî kincên jinan çê dike, diyar kir ku kiras, fîstan, bervanik, zendik û kofiyan çê dike. Parîn, anî ziman ku hîn jî di dawet, nîşan, Newroz û rojên din de kincên herêmî tên bikaranîn û got, kincên her herêmê jî cuda ne. Parîn, got: "Du çeşîdê kofiyan heye. Yek, ên herêma Behdînanê; Colemêrg, Elbak, Şax. Ya din jî herêma Serhedê ye; Qelqelî, Bêgir û Çildiran e. Her kincên Brûkî jî hene. Ew bi firfir û kin in. Kincên ertoşî jî hîn dirêjtir in. Li herêmê kincên herêmî bi piranî di dawet, nîşan û mêvandariyan de tên lixwekirin. Piranî qumaşê qedîfe, pestandî û pazênî tên tercîhkirin". 
 
ZENDIK Û LEWEND
 
Parîn, da zanîn ku her kincek xwedî dîrokek e û got: "Li kîjan herêmê kîjan kinc bê lixwekirin, ew kinc dîroka wê herêmê di xwe de dihebîne. Ev kevneşopiyeke levn e. Ji bo lixwekirina van kincan tu sedeme nîn e. Nexşên li ser diguherin. Ji xeynî vê tiştekî wan naguhere. Qama kinc naguhere. Tenê nexşkirin û model diguhere". 
 
Parîn, diyar kir ku kincên herêma Behdînanê dirêj in û li milê van kincan perçekî dirêj ku jê re dibêjin "lewend" heye û got: "Ev perçe bi mil ve tê girêdan. Li ser etegên van kincan jî neqş hene. Çeşîdeke din jî heye, navê wê zendik e. Hava jin dixebitin an jî pez didoşin ji bo qirêjî nebin li milê xwe dipêçin. Her yek xwedî raboriyek e. Yanî me îcda nekiriye".
 
DI DEMA DAWETAN DE ELEQE ZÊDE YE 
 
Parîn, anî ziman ku piranî di dema dawetan de eleqeya ji bo kincan zêde ye û got: "Havîna gava dawet çê dibin pir tên firotin. Lê zivistanê pir na. Ji ber tenik in, piranî havînê tên lixwekirin. Li van deran tên lixwekirin. Hin kesên li derveyî welat jî dixwazin û em çê dikin dişînin".