Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe îmze kir

img

AMED - Helbestvan Rewşen Esmer pirtûka xwe ya yekemîn a helbestan a bi navê "Hêlîna Evînê" li komeleya Rosayê îmze kir. Jinan eleqeyek baş nîşanî pirtûkê da. 

Hevşaredara berê ya Sîlopiyayê û endama Komeleya Jinan a Rosayê Rewşen Esmer ji bo îmzekirina pirtûka xwe ya bi navê "Hêlîna Evînê" li Komeleya Jinan a Rosayê bi xwîneran re hat gel hev. 
 
Parlamenterên HDP Remziye Tosun, Nuran Îmîr, Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, hevşaredarên Silopiyayê û Sêrtê, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes beşdarî bernameya îmzeyê bûn.
 
Rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya di destpêkê de axaftina vekirinê kir û anî ziman ku îro ji bo wan rojek girînge û got: “Cara yekeme em weke komele pêşengtiya rojek wiha dikin û hêvîdar im wê berdewamiya vê jî were.” 
 
Kaya di dawiya axaftina xwe de li ser navê komeleyê diyariyek da Helbestvan Rewşen Esmer. 
 
‘HESTÊN KÛR VEŞARTÎNE’ 
 
Esmer beriya pirtûkan îmze bike ji bo kesên ji bo çapkirina pirtûkê ked dane sipasîyên xwe pêşkeş kir û di destpêkê de mafê axaftinê da wan.
 
Kurdolog Narîn Gezgor ku alîkariya Esmer kiriye wiha got: "Min bi kêfek mezin alîkariya Rewşenê kir. Di pirtûkê de hestên kûr veşartîne. Serkeftinê ji bo Rewşenê dixwazim û ji bo keda wê ya pîroz wê pîroz dikim."
 
‘HEST Û HÊZ DIDE’  
 
Fîgen Ektî jî wiha got: "Ez û Rewşen hevrêyên hev ên kevn in û ez wê ji nêz ve nas dikim. Di xwendina helbestên wê de ez pir hestiyar û bi hêz dibûm ku helbest dîrokek vedigot. Ez şahidê berxwedan û têkoşîna heval Rewşen im. Beriya zindanê û di 9 salên pêvajoya zindanê de wê berxwedanek mezin da. Hêvîdar im hemû xwendevan hestan fêm bikin. Hûn xwe di van rûpelan de bibînin.”
 
Medya Uren a ku wênebergê pirtûkê xêz kir jî wiha got: “Min di helbestan de ked, hêz û berxwedana jinê dît. Çawa ku li aliyekî şer hebû li aliyê din agirê serhildanê pêş ketibû. Li cihekî şîn li cihekî şahî bû. Ez şad im ku min rengek da pirtûkê. Ji bo heval Rewşen jî serkeftinê dixwazim.”
 
‘HESTÊN DI HELBESTAN DE KEVN NABIN’ 
 
Esmer jî axivî û wiha got: “Min di her rêzikê de şîn û şahiyek, xem û kêfxweşiyek  bi lêv kir. Ji berê de ez bi vî awayî hestên xwe tînim ziman û ji bo berhevkirina pirtûkê gelek hevalan ez teşwîq kirim. Di vê destpêkê de ez ji bo wan spas dikim. Helbestên min kevn in lê divê were zanîn ku tu car hestên wê kevin nabin. Min bi berhevkirina van û zêdekirinê re pirtûk temam kir. Jin û ziman, jin û çand, jin û xak weke goşt û neynûk bi hev ve girêdayîne ku polîtîkayên bişaftinê ên li ser van qet kêm nemaye. Li dijî van êrişan serhildanên herî mezin jina kurd bi ser xistiye. Jin ji bo jiyanek bi rûmet tim bûne pêşeng. Hûn ê di pirtûkê de van yekan bibînin. Ez pirtûkê bi vî awayî bi nav dikim. Helbest çemekî di nava van kiryaran de pak diherike ye.”
 
Bi îmzekirina pirtûkan re bername bi dawî bû.