Pirtûka 'Ji Bo Zarokan Cografya'

img
STENBOL – Mamosteyê erdnîgariyê Mehmet Baran Aydin, ji bo zarokên kurdan bi navê "Ji Bo Zarokan Cografya" pirtûkek nivîsand. 
 
Nivîskar Mehmet Baran Aydin, ji bo zarokên kurdan bi navê  "Ji Bo Zarokan Cografya" pirtûkek nivîsadn. Pirtûk ji Weşanxaneya Periyêd erket. Pirtûk ji bo zarokên 8-10 salî hatiye amadekirin û lehengên pirtûkê bi navê "Canê" keçek û bi navê "Bagêr" zarokekî kur e. Pirtûk ji diyalogên di navbera her du zarokan de pêêk tê. 
 
Aydin, diyar kir ku di dema amadekirina pirtûkê de destek ji pedagog û psîkologan girtiye. Aydin, da zanîn ku di dema amadekirina pirtûkê de wî mufredata perwerdehiyê ya Tirkiyeyê lêkolîn kiriye û bi maosteyên seretayî re danûstendin kiriye. Her wiha Aydin ji bo wêneyên di pirtûkê de jî got, danûstendin bi wênesazên pirspor re kiriye. 
 
Aydin, destnîşan kir ku di warê perwerdehiya bi kurdî de divê ji bo zzarokan eleqeyeke taybet hebe û got: "Nexasim jî divê zarok di jiyana rojane de bi zimanê xwe biaxivin." 
 
Aydin, destnîşan kir ku li her qadê kurdî bi qedexeyan re rû bi rû dimîne û got: "Bi salan e ji bo qedexekirina ziman û çanda me zext û zorî hene. Lê berkesê vê divê em jî tim hilberînin. Divê ehr kes di qada xwe de bi kurdî hilberîne. Ez mamosteyê erdnîgariyê me û di warê erdnîgariyê de dixebitim. Divê matematîkvan di warê matematîkê, dîrokzan di warê dîrokê, wêjevan di warê wêjeyê de hilberînin." 
 
MA / Mehmet Halît Çetînbaş