Tirşiya hinaran a Pirsûsê şîfa ye

img

RIHA – Jinên ku hinarên bi nav û deng ên Pirsûsê dikin tirşî, bang li her kesî kirin ku ji dêvla berên li marketan tên firotin, berên xwezayî tercîh bikin. 

Jinên Pirsûsî, hinarên bi nav û deng ên Pirsûsê dikin tirşî. Piştî berhevkirina hinaran, li navçeyê çêkirina tirşiya hinaran dest pê kir. Her çi qas çêkirina tirşiya hinaran zehmet be jî, lê belê ji ber ji bo kolestrol û enfksîyonên grîbî baş e, zehmetiya tê kişandin pir nayê ber çavan. 
 
Salîha Polat ku hnaran dike tirşî, behsa çêkirina tirşiya hinaran kir. 
 
Polat ku navikên hinaran derdixe, anî ziman ku divê ji xeynî navikan tiştek nemîne. Polat, got: "Divê hebên hinarê pir paqij bin. An jê wê tahma tirşiyê tahl be. Piştî paqijkirinê em hebên hinaran dixin kîsan û dieciqînin. Paşê nîv saetê tê sekinandin. Dû re bi qasî 3 saetan li ser agir tê kelandin. Her ku dikele kefa li ser tê girtin. Paşê em ji ser agir radikin û şevekê didin sekinandin. Piştî şevekê tirşî çê dibe." 
 
Polat, destnîşan kir ku tirşiya hinarê di gelek xwarinan de tê bikaranîn û got: "Ji bo tansiyon û nexweşîna şekir pir baş e. Tirşiya hinaran xwînê paqij dike, mahdê mirov vedike. Tahma di tirşiya hinaran de, ne wekî ya li marketa ye. Ên li marketan tên firotin pir di ebr xwe de nadin. Çimkî ne xwezayî ne. Divê her kes tirşiya hinaran a organîk bi kar bîne."