'Kurdên Xorasanê li pişta rojavayiya ne

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend, helbestkar û xwendekarên horasanî, ji bo Rojava şahiyek li dar xistin û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar kirin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku wekî Kurdên Horasanê piştgiriyê didin berxwedana Rojava. 

Hunermend, helbestkar û xwendekarên horasanî yên Kurd, ji bo Rojava şahiyek li dar xistin û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava şermezar kirin. Kurdên Horosanê li bajarê Meşhedê yê Îranê şahî li dar xistin. Şahî di koordînatoriya Helbestkarê Kurd ê Horasanî Alî Reza Sepahî Layîn de hat li dar xistin. Stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Alî Reza Sepahî Layîn êrîş şermezar kirin û wiha got: "Em wekî kurdên Meşhedê û Navenda Zanîngehîyên Xorasanê, bona ku hest û helwesta xwe li dijî arteşa tirk û êrîşên ser Rojavayî bînin zimên, li hev civîyan. Em dixwazin bi rêya axavtin, stran, helbest xwendin û daxuyanîyê nişanî raya giştî û berpirsên Îranê bidin ku em li pişta têkoşîna Rojava ne.”
 
Di civînê de Cevadîyê Hêsar (Serokê Navenda Zanîngehîyên Xorasanê) û hebestvanê navdar Êsmayîlê Husênpûr, li ser mezlûmîyet û qehremanîya gelê rojavayî û şermezar kirina dagirkerîya Tirkîyê axivîn. Piştî van axaftinan 3 hunermendên Xorasanî yên kurd (Elîyê Kerîmî, Huccetê Mehbûb û Mêhdîyê Nîkdil) sitranên xwe yên ser mijarê Rojavayî pêşkeşî gelê rojavayî kirin. Ew civîn bi Xwendina helbest û daxuyanîyê bi dawîyê hat. Di daxuyanîyê de weha hat gotin: “Em kurdên Xorasanê, piştgirîya xwe ji berxwedana Rojavayî bi her awayî êlan dikin û daxwaza me ji rayedarên Îranê ev e ku bi rêya dîplomasîyê, hişîyarîyê bidin rejîma Erdûxîn û dijî ducarebûna hêrişên Tirkîyê bisekinin.”
 
Hat diyar kirin ku di destpêka hêrişên Tirkiyeyê de kurdên Meşhedê û Navenda Zanîngehîyên Xorasanê daxwaza xwepêşandanên giştî û berfireh kiribûn, lê ji hêla berpirsên sîyasîyê ve ew daxwaz nehat pejirandin û destûr nehat dayîn.