37 sal şûnde hevpeyvînek bi Yilmaz Guney re derket holê

img

AMED – Piştî çend salan berdewama hevpeyvîna ku di sala 1982'yan de bi Yilmaz Guney re hatibû kirin derket holê. Berdewama hevpeyvînê di nav arşîva produktorê belgefîlman Suleyman Ozdemîr de ye. Guney, di berdewamiya heypeyvîna xwe de fîlmê xwe yê bi navê "Yol" (Rê), pirsgirêka kurd û jina dinirxîne. 

Dîmeneke Yilmaz Guney ku heta niha qet nehatibû weşandin derket holê. Dîmenê derket holê, di sala 1982'yan de hatiye kişandin. Dîmen ê hevpeyvîna Nazim Alfatli ye ku ji bo televîzyoneke Belçîkayê bi Yilmaz Guney re çê kiribû. Hevpeyvîn bi giştî 30 deqe ye, lê belê heta niha tenê 20 deqeyê wê derketibû holê û berdewamiya hevpeyvînê tune bû. 
 
Berdewamiya hevpeyvîna navbirî ya bi Guney re hatibû kirin, ji arşîva produkturê belgefîlman Suleyman Ozdemîr derket. Ozdemîr, piştî 37 salan berdewama hevpeyvînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir. 
 
Ozdemîr, berdewamiya hevpeyvînê di meha Gulanê de parve kir û Guney di berdewamiya hevpeyvîna pê re hatiye kirin de fîlmê xwe yê bi navê "Yol" (Rê), pirsgirêka kurd û jina dinirxîne.