Li Begiriyê mêvanxane û pirtûkxaneya jinan hat vekirin

img

WAN - Li navçeya Begiriyê Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşê Şan hat vekirin.

 
Ji aliyê şaredariya navçeya Begiriya Wanê ve Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşê Şan hat vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şevîn Coşkun, aktivîstên TJA'yê û gelek jin tevlî merasîma vekirinê bûn. Piştî xebata 3 mehan mêvanxane û pirtûkxaneya jinan hat vekirin. Di vekirinê de hevşaredara Begiriyê Leyla Balkan axivî. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun jî di axaftina xwe de bal kişand pêvajoyê û wiha got: "Di dema hikûmeta AKP'ê de her roj jinek tê qetilkirin û bi hezaran zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû dimînin. Tenê di meha cotmehê de 23 jin ji aliyê mêrê desthilatdar ve hatin qetilkirin. Polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan qet naguherin."
 
Şevîn, diyar kir ku wekî her deman îktîdar îsal ji deskeftiyên jinan hedef girtine û wiha dom kir: "Di tayînkirina qeyûman a li şaredariyan de herî zêde xebat û destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Dixwazîn bi van polîtîkayan jinan di mal de heps bikin û rê li ber rêxistinbûna jinan bigirin. Bi giştî 16 şaredariyên me hatin desteserkirin. Pergala hevserokatiyê hat hedef girtin."
 
Şevîn, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser domandina têkoşînê û wiha got: "Lê bila baş bê zanîn ku em tu caran dev jî têkoşînê bernadin. Vekirina mêvanxane û pirtûkxaneya jinan ji bo me deskeftiyeke mezin e û li hemû jinan pîroz be." 
 
Mêvanxane û pirtûkxaneya jinan bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan hat vekirin.