Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir

img
AMED - Di çarçoveya şahiya şanoyê ku ji aliyê Şaredariya Sûrê ve ji bo zarokên paşwendî 5 rojan hat lidarxistin de 850 zarokan “Pîrê û Rovî” temaşe kirin. 
 
Di şahiya şanoyê ku di 6'ê Mijdarê de ji aliyê Şaredariya Sûrê ve ji bo zarokên paşwendî hat destpêkirin de 850 zarokî sûd wergirt. Di vê çarçoveyê de rojê 2 seans lîstika 'Pîrê û Rovî' hat pêşandan. Şaredariyê bi wesayîtên xwe zarokan ji malê wan girt û anî Şanoya Bajar a Amedê. Di dawiya lîstikê de pêlîstok diyarî zarokan kir. 
 
Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr, qala girîngiya şanoyê ya zarokên paşwendî kir û destnîşan kir ku dê li gundan jî ji bo zarokan şahiyên bi vî rengî berdewam bikin.