Waliyê Edeneyê lîstika Kurdî qedexe kir

img
EDENE - Waliyê Edeneyê bi hinceta ewlehiyê lîstika şanoya Kurdî ya "Zargotin Zêrgotin e" qedexe kir û destûr neda ku lîstik derkeve ser dikê. 
 
Walîtiya Edeneyê bi hinceta ewlehiyê destûr neda ku lîstika Şanoya Kurdî ya "Zargotin Zêrgotin e" derkeve ser dikê û bê lîstin. Tiyatro Mencel xwest îşev li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê lîstika Şanoya Kurdî ya "Zargotin Zêrgotin e" derxin ser dikê. Lê Walîtiya Edeneyê bi hinceta ewlehiyê destûr neda lîstikê û qedexe kir. 
 
Lîstikvanên şano bi daxuyaniyekê biryar şermezar kir. Lîstikvanên şano, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê kom bûn û biryar şermezar kirin. Şanoger Tarik Ertan, diyar kir ku Walîtiya Edeneyê 3 carin bi heman hincetê lîstika wan qedexe dike. Ertan, bang li Walîtiya Edeneyê kir û got: "Em dipirsin. Ger ku hûn nikaribin ewlehiya me biparêzin hûn çawa li wir rûdinên? Em ê li gel hemû zext û astengiyan xebatên xwe yên hunerî berdewam bikin."