Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir

img

STENBOL – Komeleya Lêkolînên Kurdî, dest bi qeydên serdema payiza 2019'an kir. Komele wê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kurmançkî yên Kurdî perwerde bide şagirtên xwe. 

 
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Navçeya Beyoglu ya Stenbolê xebatên zimanê kurdî dimeşîne, di serdema payiza 2019'an de dest bi qeydên nû kir. Komele wê bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî perwerdehiyê bide şagirtên xwe. Komele wê di zaravayê Kurmancî de di asta 1, 2, 3 û 4'an de perwerde bide şagirtan. Di zaravayê Kirmanckî de di asta 1 û 2'an de ders bide şagirtan. Di zaravayê Soranî de jî wê di asta 1'an de perwerde bide şagirtan. Kursên ziman ên 3 zaravayan wê 3 mehan bidome. Komele wê her hefteyê di nava hefteyê de 4 saetan perwerde bide şagirtan. Di dawiya hefteyê de jî 3 saatan ders bide. Serlêdana şagirtan didome. 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Sipan Haco, diyar kir ku di demsala bahar, havîn û payizê de salê 3 serdeman perwerdehiyê didin destpêkirin û wiha got: “Niha me ji bo serdema Payizê qeydên kursê dan destpêkirin. Perwerde ji 3 astan pêk tê. Astek kesên qet bi kurdî nizanin. Asta duyemîn kesên di axivin, lê nikarin binivîsin û bixwînin. Asta dawî jî kesên diaxivin, dinivîsin û dixwînin. Perwerdehiya 3 astan nêzî salekê didome. Piştî perwerdehiya 3 astan em sertifîkayê didin şagirtên xwe." 
 
Haco, anî ziman ku bi 3 zaravayên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Kurmançki (Zazaki)) perwerde didin şagirtan û wiha axivî: "Em di nava hefteyê û dawiya hefteyê de ders didin. Em di nava hefteyê de rojên Duşem û Çarşemê 4 saetan perwerde didin. Di nava hefteyê de ders di navbera saet 19.00 û 21.00'an de ye. Roja şemiyê jî ji bo hemû Kursan û mamosteyan em ders didin. Em rojên Pêncşem û Înê dersên soranî didin." 
 
Haco da zanîn ku eleqeya li hemberî ziman li gorî pêvajoya siyasî tê guhertin û wiha bi dawî kir: "Ji gelek zanîngehên li Stenbolê xwendekar eleqeyek mezin nîşanî ziman didin. Saleê em nêzî 15 mamoste perwerde dikin. Dîsa di bin baneyê enstituyê de nêzî 40 mamosteyên me hene. Niha nêzî 15 mamosteyên me pir çalak xebatê dikin. Em vê xizmetê pêşkêşî hemû kesên li Stenbol dixwazin fêrî ziman bibin dikin. Em bang li her kesî dikin û dixwazin ku werin qeydên xwe çêkin."