Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir

img
QERS - Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê, pirtûka "Toprağın Şarkısı" ya ku ji weşanên Aramê çap bûbû qedexe kir. 
 
Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê, pirtûka Nivîskar Rojbîn Perîşan a bi navê "Toprağın Şarkisi (Strana Axê)" ya ku ji weşanên Aramê çap bûbû qedexe kir. Pirtûka "Topragın Şarkısı" ya ji Girtiyê Girtîgeha Tipa T a Karsê Savaş Sonmez re hat şandin, ji aliyê dadgehê ve hat qedexekirin. Bi hinceta dibe ku "Di çarçoveya PKK/KCK'ê de be" ji bo lêkolînê şandin Miduriyeta Polîsan a Qersê. Pişî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê lêkolîn kir, der barê pirtûkê de biryara qedexeyê da. 
 
Nivîskar Rojbîn Perîşan bi pirtûka "Topragın Şarkısı" nivîsand, hêj li Girtîgeha Jinan a Gebze girtî ye.
 
Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûka "Meleklerin Küllerinden Günahkar Bir Irkın Yasaklanmış Mirası" ku di sala 2002'an de ji Weşana Awesta hatibû çapkirin jî qedexe kiribû.