'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'

img
DÎLOK – Li Dîlokê, Abdûllah Goren ku ji bo zarokên xwe pêlîstokan çêke xurde berhev dikirin, niha bi hesinên xurde berhemên hunerî çê dike. Goren, got: "Pêdiviya zarokan bi pêlîstokên cuda heye, lê xeyala min ew e ku divê mirov bihêle zarok bi xwe çê bikin." 
 
Li Taxa Eskonak a Nîzîp a Dîlokê Abdullah Goren, gava biçûk bûye meraqa wî ya bi têlan erebokan çê bike hebûye û her ku mezin bûye meraqa wî zêde bûye û niha jî bi xurdeyan peyker, bîblo û pêlîstoka çê dike. Goren, xurdeyan berhev dike û bi van xurdeyan berhemên hunerî diafirîne. Goren, xwest berhemên xwe yên ku 10 sal in bi destê xwe çê kirine di pêşangeheke navneteweyî de berpêş bike. Goren, bi lêv kir ku hin peykeran di 7 rojan de hinan jê jî di 7 mehan de çê dike û heta niha hin berhemên xwe li Enqere û Dîlokê di pêşangehan de pêşkeş kiriye. 
 
JI XURDEYAN BERHEMÊN HUNERÎ DIAFIRÎNE 
 
Goren, li atolyeya xwe ya li gund bi xurdeyan peyker û objeyan çê dike û got: "Gava ez biçûk bûm, min bi têlan erebok çê dikirin. Piştî zewicim, min xwest ji bo zarokên xwe pêlîstokên cuda çêkim. Ez xurdeyên li atolyeyê ji xurdevanên pîşesaziya Nîzîpî peyda dikim. Gava karekî min tune be li atolyeya xwe dixebitim. Ji ber tiştên çê dikim piranî bi hesin in, hinekî zehmet e. Bi rastî jî karekî zehmet e. Niha peykerên did est wan de çek hene çê dikim. Armanca min a ji van peykeran ew e ku bal bikişînim ser çekdarîbûna kûrewî. Her wiha çîçekan, xişr û neşrên dîarn, saetan, maketan hwd. jî çê dikim." 
 
DIXWAZ BERHEMÊN XWE BERPÊŞ BIKE 
 
Goren, bi lêv kir ku ev yek bala zarokên wî jî dikişîne û carinan zarokên wî jî aliyê wî dikin. Goren wiha axivî: "Pêdiviya zarokên min bi pêlîstokên cuda heye û xiyala min ew e ku zarok bi xwe pêlîstokên xwe çê bikin. Li gorî keys û derfetê dixwazim berhemên xwe berpêş bikim. Berhemên min ji makîne û amûrên xurde pêk tên. Hemû berhemên ji çopgehê ber bi hunerê, ji çopgehê ber bi vîtrinan e."