Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin

img

STENBOL – Li Stenbolê komek ciwan, koma xwendinê ya bi kurdî ava kirin. Endamê komê Hanîfî ronak, got: "Li her qadê divê xwendin û nivîsandina bi kurdî hebe. Divê gelê me qîmetê bide vê yekê û berbelav bike." 

Li Stenbolê, komek ciwan koma xwendinê ya kurdî ava kirin. Ciwanan par ev kom ava kiriye û armanca wan ew e ku hem kurdiya xwe bi pêş ve bixin hem jî xwendin û nivîsandina bi kurdî li her qadê belav bibe. Yek ji endamên komê Hanîfî ronak, anî ziman ku par li Komeleya Lêkolînên Kurdî dest bi kurdî kiriye. Ronak, anî ziman ku ji ber di warê rêzimana kurdî de kêmasiyên wan heb»ne çûne komeleyê. Ronak, da zanîn ku wan û kursiyerên komeleyê bi hev re ev koma navbirî ava kiriye û piştî kom ava kirine êdî bi awayekî rêk û pêk xwendinên xwe yên bi kurdî dikin. 
 
HEM DIXWÎNIN HEM NÎQAŞ DIKIN 
 
Ronak, got: "Li Tirkiyeyê û herêmê kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye. Loma me xwest kurdî perçeyeke jiyana me be. Ez ji Agiriyê me. dikarim bi malbat û xizmên xwe re bi kurdî biaxivim, lê belê li Stenbolê derfeteke wisa tune. Li kargehê em bi tirkî xeber didin. Di warê kurdîd e hin kêmasiyên me hebûn. Ji bo em van kêmasiyan hel bikin, em û çend ciwanên kurd hatin cem hev du û me komeke ava kir. Me bi 10 kesan kom ava kir. Carinan ji be rkar û bar hejmar kêm dibû, lê dîsa jî em dihatin cem hevdu. Em pirtûkan dixwînin, nîqaşê xwe dikin û dinivîsînin jî." 
 
Ronak, anî ziman ku ew du hefteyê carekê tên cem hevdu û got: "Piştî em dixwînin em wan dinirxînin." Herî dawî Ronak got: "Li her qadê divê xwendin û nivîsandina bi kurdî hebe. Divê gelê me qîmetê bide vê yekê û berbelav bike." 
 
MA / Sadiye Eser