Seta helbestên Arjen Arî derket

img

AMED – Weşanên Sor 9 pirtûkên Helbestvan Arjen Arî yên demên berê ji aliyê weşanên cuda ve hatibûn weşandin, di setekê de kom kir û çap kir.  

 
Weşanên Sor ku girîngiyê dide berhemên wêjeya kurdî, 9 dosyayên helbestan ên yek ji helbestkarên girîng ê wêjeya kurdî Arjen Arî ku beriya niha cuda cuda ji aliyê gelek weşanxaneyan ve hatibûn weşandin, kir setek. Weşanên Sor bi çapkirina setê bi sedan helbestên Arjen Arî gihand xwîneran. 
 
Set ji van dosyayan pêk tê: "Şêrgele, Ev Çiya Rûspî Ne, Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Erotîka, Çil Çarîn, Payîza Peyvê, Destana Kawa û Azhî Dehaq, 72 Nefî û Şi'ir û Sînor” 
 
Set dê li refên pirtûkxaneyan cihê xwe bigire û li standa Weşanên Sor li Fuara Pirtûkan a Amedê dê bê firotin.