Xelatên Altin Kozayê Lîvanelî û Olcay girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyên xelatên ked û rûmetê yên Mihrîcana Filman a Altin Kozayê aşkera bûn. 
 
 
26'emîn Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Altin Kozayê dê di navbera 23-29'ê Îlonê de bê lidarxistin. Xwediyên xelatên ked û rûmetê yên mihrîcana ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve tê lidarxistin aşkera bûn. 
 
DÊ CARA YEKEMÎN XELATÊN KEDÊ BÊN DAYÎN
 
Xelatên Rûmetê yên Altin Kozayê yên Heta Hetayê; îsal lîstikvan û mûzîsyen Zûhal Olcay û nivîskar, senarîst, helbestkar, derhêner Zulfu Lîvanelî digirin. Dê Olcay û Lîvanelî xelatên xwe di 28'ê Îlonê 2019'an de şeva şemîyê di Merasîma Xelatê ya Altin Kozayê de bigirin. Xelatên Kedê yên Orhan Kemal ku cara yekemîn îsal di mîhrîcanê de bê dayîn jî dê Derhênerê Dîmen Erdogan Engîn û Hunermenda Makyajê Derya Ergun bigirin. Xelatên Kedê yên Orhan Kemal jî di 23'ê Îlona 2019'an de şeva duşemê di bernameya vekirina mihrîcanê de bên dayîn.