BEKSAV det bis erdema nû dike

img
STENBOL - BEKSAV ku li Kadikoyê xebatên xwe bi rê ve dibe, wê di serdema bê de xebatên wê bidomin. Wê weqf ji bo Komkujiya Pirûssê pêşangehê çê bike û ji bo kursên dê bên vekirin jî bang li her kesî hat kirin. 
 
Xebatên Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerdehî Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV), bênavber didomin. Avahiya weqfê li Kadikoyê ye û wê di serdema nû de kursên erbane, gîtar, bando, şano û hwd. vebike. 
 
JI BO PIRSÛSÊ PÊŞANGEHEK 
 
Wê weqf ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane pêşangehekê jî çê bike. Wê pêşangeh di 31'ê Îlonê de dest pê bike. Wê di pêşangehê de berhemeke Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku derbarê Komkujiya Pirsûsê de ye û ji Girtîgeha Edîrneyê şandiye, bê pêşandan. 
 
‘JI BO AŞTIYÊ' 
 
Hunermenda BEKSAV'ê Canan Kaplan ji bo pêşangeha ku dê bê çêkirin got: "Hunermend û rewşenbîran desteke baş dan me. Li hundurê weqfê hin mekan boyax kirin. hem jî berhemên xwe diyarî weqfê kirin. Meha bê em ê pêşangeha vê yekê çê bikin. Em ê van berheman di çarçoveya çalakiyên aştiyê de pêşkeş bikin." 
 
Kaplan, anî zman ku xebatên wan ên çandî tenê ne ev in û got, wê Kovara Huner û Jiyanê ku bi kurdî ye û ji sala 2014'an ve bênavber diweşînin dîsa wweşana xwe bidomîne. Kaplan, bilêv kir ku kovar sê mehan carekê diweşe lê belê tim bi sansurê re rû bi rû dimîne û got: "Wê di vê mehê de jî hejmara wê ya nû çap bibe. Em di vê hejmarê de li ser helbestê û rewşa helbestê sekinîn. Di beşa mozaîkê de berhemên bi zimanên bindestan hatine nivîsandin cih digirin." 
 
DU LÎSTIKÊN AZÎZ NESÎN 
 
Her wiha Kaplan, bilêv kir ku ew ê îsal du lîstikên Azîz Nesîn jî pêşkeş bikin û wê ji xeynî vê hin çalakiyên Koma Muzîkê ya Saryayê, Koma Muzîkê ya Vardîayyê û Koma Bandoyê jî bên pêşandan. 
 
Herî dawî Kaplan, ji bo kursên dê vebikin û çalakiyên dê li dar bixin bang li her kesî kir.