Dêra Germûşê hindik maye hilweşe

img

RIHA – Li Taxa Germûş a navçeya Hîlaliye ya Rihayê Dêra Germûşê ya ermeniyan, hindik maye hilweşe. 

 
Li Taxa Germûş a navçeya Halîliye ya Rihayê, Dêra Germûşê ya ermeniyan ku tê gotin di sedsala 19'an de hatiye çêkirin ji ber bêxwedî maye hindik maye hilweşe. Ji bo restorekirina dêrê par Qeymeqamtiya Halîliyeyê projeyek amade kiribû û Ajansa Pêşxistinê ya Karacadagê jî ew daxilî nav bernameya Xwe ya desteka darayî kiribû. Lê belê heta niha tenê dîregên ji bo ronahiyê li derdora dêrê hatine çikandin. Dêra ku defînegeran ber dîwarên wê qulqulî kirine her diçe bêtir tê texrîbkirin û hindik maye birûxe. 
 
Keyayê Taxa Germûşê Halîl Yildiz, diyar kir ku ji ber tahsîlat tune ye projeya Qeymeqamtiya Halîliyeyê, Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr pêk nayê û xwest dêr bê parastin. 
 
6 SAL DERBAS BÛN LÊ TIŞTEK JÎ NEHATIYE KIRIN 
 
Wezareta Çand û Turîzmê di 23'yê Cotmeha 2011'an de Dêra Germûşê û derdora wê wekî "navenda pêşxistina turîzmê" îlan kiribû. Lê belê 6 sal derbas bûne hîn jî tiştek nehatiye kirin. 
 
‘GERMÛŞ CIHEKÎ BÊXWEDÎ YE' 
 
Casim Acar ku mala wî nêzî dêrê ye, diyar kir ku berê 900 mal li taxa wna hebûn lê belê ji be rbêxwedîtiyê niha çar pêc mal mane. Acar, got: "Ji bo parastina dêrê notirvanek heye, lê tenê navê wî notirvan e. Çend saetan li van dera digere û paşê diçe mala xwe. Min bixwe çend defîneger di nav dêrê de zev kirine. Ger îsal jî mudaxliyek çênebe wê dêr bi xwe hilweşe. Hîm mîmê wê nemaye. her derê wê qulqilî kirine. Qeymeqamtiyê dîregên ji bo ronahiyê çikandin. Ger dêr bê restorekirin wê liv û tevgera li vê herêmê jî zêde bibe. Bi vî halê xwe jî alê dikişîne. Em bêjin îr deh kes tên lê eger bê restorekirin wê bi hezaran kes werin. Eger bê restorekirin wê turîstên diçin Gobeklîtepeyê bên vira jî. Dêr wêran bûye."
 
Serokê Odeya Rênîşanderên Turîstan a Rihayê Muslum Çoban jî diyar kir ku Dêra Germûşê yek heyînên çandî ya girîng a herêmê ye û ji ber vî halê dêrê ew pir xemgîn in. Çoban, bilêv kir ku divê Germûş ji bo turîzmê bê parastin û got: "Riha navendeke baweriyê ye. loma divê Dêra Germûşê bê parastin û ji bo yurîzmê bê vekirin."