Ji Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû derketin

img
AMED - Ji Weşanên Arşen 4 pirtûkên nû yên nivîskarên wan li girtîgehê hatin çapkirin. Pirtûka Kenê Anahîta (çîrok) Mirov (cerebe), Ezman ruyê xwe rijand (Gok Yuzunu Doktu (cerebe), Stranên di xweliyê de bûn xwelî (Kulde Kullenen Şarkılar (helbest) gihiştin xwînerên xwe. 
 
Weşanên Aryen, 2 pirtûkên Kurdî û 2 pirtûkên Tirkî bi giştî 4 pirtûkên nû yên nivîskarên wan girtî çap kirin. Piştî Weşanxaneya Arşen dest bi weşanê kir, bi dehan pirtûk çap kirin û gihandin ber destê xwînerên xwe. Bi taybetî pirtûkên niviskarên li girtîgehan nivîsîne çap kirin û belavkirin. Weşana Arşen, 4 pirtûkên nivîskarên nû çap kirin û gihandin ber destê xwîneran. 
 
KENÊ ANAHÎTA
 
Pirtûka Kenê Anahîta ji 10 çîrokan pêk tê. Niviskar Ramazan Çeper, di 3 çîrokan de çîroka hevalê xwe yê têkoşînê dinivîse. Bi zimanekî herikbar û xwezayî vedibêje. Çeper, 19  salin girtî ye. Hêj li girtîgeha Edirneyê ye. Heta niha pirtûkên “Yazde Rondikên Tenînî (helbest) “Etîmolojiya Çiyayên Kurdistanê” (Etîmolojî), “Şervanek Dimeşe Di Dilê Me De” (Helbest), “Ziryan im”, “Zimanê Îktîdara Mikro" (lêkolîn) “Dema Beybûn xwîn dibin (Çîrok) “Ferhenga Mîtolojiya Kurdî”, “Felsefeya nirx û Sekna Sincî û Politik" û “Ferhenga Mîtolojiyê”.
 
MIROV
 
Nivîskar Cengîz Eker berê pirtûkênk “Meytê Li Sir Rê” û “Kînor” nivîsî. Niha jî  pirtûka “Mirov” di weşanên Arşen de çap kir. Di sala 1964'an de li Îdirê ji dayik bû û ji sala 1993'an heta niha girtî ye. 
 
 
EZMAN RUYÊ XWE RIJAND
 
Nivîskar Comert Bozkurt bi pirtûka Ezman ruyê xwe rijand derket pêşberî xwînerê xwe. Bozkurt, di sala 1971’an de li Xozat a Dersimê ji dayik bû. 27 salin girtî ye. Bi pirtûka "Ezman ruyê xwe rijand (Gök Yuzunu Doktu) ya cerebe derket pêşberî xwînerê xwe. 
 
STRANÊN DI XWELIYÊ DE BÛN XWELΠ
 
Nivîskar Ferhat Mordenîz vê carê bi pirtûka Stranên di xweliyê de bûn xwelî (Kulde Kullenen Şarkılar (helbest) derket pêşberî xwîneran. Berê jî bi pirtûkên “Birîna vekirî" û “Rojên Neava” derketibû pêşberî xwînerên xwe. Mordenîz di sala 1978'an de li Lîce ya Amedê ji dayik bûye ji sala 1999'an heta niha girtî ye.