Xweşikiya Heskîfê ya dê noqî avê bibe balê dikişîne ser xwe

img
ÊLIH – Koka Heskîfê dirêjî 12 hezar sal berê dibe. Heskîfa 12 hezar salî dê bikin qurbanê bendavek temenê wê 50 salî. Heskîf bi xweşikiya dîrok û xwezaya xwe li rûbarek ku dê bikeve bin avê dimîne. 
 
Çemê Dîcleyê di navbera navçeya dîrokî Heskîfê ya Êlihê de derbas dibe. Li ser Çemê Dîcleyê Bendava Ilisûyê hat çêkirin. Tê payîn Heskîf di bin ava bendavê de bimîne. Dê xezîneya çanda bi hezarên salan di bin avê de bimîne. Di sala 1981’an de wek “qada parastina xwezayî” hatiye tescîlkirin, lê dê dîsa jî di bin avê de bihêlin. 
 
Tevî hemû nerazîbûn û îtîrazan jî di sala 2010’an de dest bi çêkirina Bendava Ilisûyê hat kirin. Pêşî li ava Çemê Dîcleyê hat girtin û ava Bendavê pengar da. Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn jî sê roj berê daxuyanî da û ragihand ku dê rêya di nava Heskîfê de derbas dibe piştî 8’ê cotmehê ji çûnehatê re bê girtin. 
 
JI GELEK ŞARISTANIYAN RE MALOVANIYÊ KIRIYE 
 
Gelek çîrokên navê Heskîfê hene. Tê gotin di nava demê de navê wê bûye “Heskîfê.” Di lêkolînên erdkolanê de jibermayiyên dirêjî 12 hezar sal berê dibin hatine dîtin. Heskîf li Mezopotamya Jor cih digire û li ser rêya diçe Anatolê ye. Li cihek stratejîk ku xwedî girîngiyek xwe heye. Hem li qeraxê Çemê Dîcleyê ye û hem jî rêya Heskîfê wek rêya bazirganiyê hatiye bikaranîn. Heskîfê jig elek şaristaniyan re malovaniyê kiriye. 
 
BI XWEŞIKIYA DÎROK Û XWEZAYÊ XEMILIYE 
 
Ji ber xweşikiya dîrok û xwezaya xwe Heskîf bajarek turîzmê ye. Bi hezaran şikeftên Heskîfê hene. Hin cihên dîrokî ku wek sembol tên zanîn hene. Keleha Heskîfê, Tirbeya Îmam Abdullah, Pira Heskîfê ya kevn, Tirbeya Zeynel Bey, Mizgefta Gewre, Seraya Biçûk, Seraya Mezin, Mizgefta Mescîdî Alî, Mizgefta Rizik, Mizgefta Suleyman, Mizgefta Koç, Mizgefta Kizlar, Mizgefta Biçûk, Deriyê Kelehê (Yolgeçen Hani) berhemên dîrokî ku bûne sembola Heskîfê ne. 
 
‘XIYANETA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ’ 
 
Ji van berhemên girîng wek Mizgefta Eyyubî, Tirbeya Zeynel Bey û Hemama Artuklu ji Heskîfê rakirin û birin li cihê nû ji Heskîfê re hatiye çêkirin bicih kirin. Dê berhemên din di bin avê de bên hiştin. Heskîfa xwedî dîroka bi hezarê salan ku cih û warê şaristaniyan e dê bikin qurbanê bendavek ku tê gotin temenê wê 50 salî be. Talankirina li Heskîfê wek “xiyaneta li dijî mirovahiyê” tê nirxandin. 
 
Tevî hemû gef û talankirina li Heskîfê jî dema mirov li şikeftên bilind ên Heskîfê li xweşikiya dîroka wê dinêre hemû xweşikiya xwe dîsa radixe ber çavan. 
 
MA / Metîn Yoksû