Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin

img

AMED - Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Govendê li dar bixin. 

Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Ggvendê li dar bixin. 1’emîn Roja Govendê wê bi şîara “Em bi guven û tilîliyên xwe vedigerin çewherê xwe” li Navenda Çand û Kongrê ya Şaredariya Bajarê Mezin a  Amedê bê lidarxistin. 4 ekîbên guvendê wê derbikevin ser dikê. 
 
Piştî ekîba guvendê ya aîdê herêma Mêrdînê ya ji jinan pêk tê, wê ekîbên aîdê herêmên Amed û Bedlîsê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî hunerhezan bikin. 
 
Li bendê ye ku her sal 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin.