Dengbêjan li Parka Koşuyolu şev geş kirin

img
AMED - Dengbêj, şevê din li Parka Koşuyolu beşdarî bernameya "Şahiyên Hewa Vekirî" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya "Jiyan ya me ye, gotin ya me ye" bûn û şev geş kirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her dawiya hevteyê bernameya "Şahiyên Hewa Vekirî" ya bi navê "Jiyan ya me ye, gotin ya me ye" li dar dixe. Şeve din jî li Parka Koşuyolu bernameyê bi stranên dengbêjan berdewam kir. Gelek dengbêj tev li şevê bûn û heta derengê şevê stran gotin. Dengbêj Devrîm Demîr şevê din çîroka “Mirze Mihemed” vegot û bal kişand ser xwe. Dengbêj Mihemedê Kortepe, Mihemedê Birikî, Mihemedê Hezanî jî bi stranên xwe bal kişandin ser xwe.