Helbestvanê Kurd Bêkes 6 sal berê çû lê navê wî ma

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvanê navdar ê kurd e Şêrko Bêkes ku di 73 saliya xwe de koç kir, 6 salin bi berhem û navdariya xwe dijî. 
 
Helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes di 6'emîn salvegera xwe de wê îro li gelek deveran ji aliyê hunermend û nivîskaran ve bê bibîr anî. Di ser koçkirina Bêkes re 6 sal borîn. Lê bi helbestê xwe û berhemên xwe her dem xwe zindî dihêle. Helbestkarê Navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di 2 Gulana 1940'an de li taxa Goyjeya ya Silêmanîyê hatiyê dinê. Lawê Helbestvanê navdar Faîq (Fayeq) Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye.  Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye. Pirtuka xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968'an de çap kirîye. Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Di sala 1969'an de pirtûka wî ya duyem jî derxistiye. Bêkes, di hevpeyvîneke ligel nivîskar Mehmed Uzun de gotibû ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin. Di navbera salên 1965-1987'an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî. Di serê sala 1970'an de di nava tevgera “Ruwange” da cîh girtibû. Ev tevger ji bo helbesta Kurdî rêyek nû vediki û hebesta nûjen derdekivi holê. Bi vî tevgerê di her hêlêda bêhna jîyana kurdî ket helbesta kurdî.  Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxistin.
 
Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974'an hikûmeta Îraqê Bêkes şand sirgunê, bo başûrê Îraqê, bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Lê vê carê jî hukumeta Iraqê, Bêkes ji bo 4 salan şand sirgunê. Bêkes, di sala 1984'an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû. Careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û bû pêşmerge. Di 1986'an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî. Di 1979'an de Bêkes vedigere Silêmaniyê.  Di 1991/1992'an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wekîlê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê. Di sala 1998'an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz kir û Bêkes bû serokê dezgeh. Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîv hatibû dermankirin, di 4'ê Tebaxa 2013'an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çû ber dilovaniya xwe. Şaîrê gewre yê kurd ku di 73 saliya temenê xwe de bû, li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye.
 
20 PIRTÛK ÇAP KIRIYE 
 
Şêrko Bêkes helbestê xwe bi zaravayê Soranî nivisîye. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesanîyeta xwe werê naskirin jî lê helbestên wî li bakur zede nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li kurmancî hatîyî wergerandin. Heya niha 20 kitebên wî yên helbestan hatine çapkirinê. Kitêbên wî bi gellek zimanan -yunanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî, swêdî- hatine wergerandin.
 
XELATÊN GIRTINE 
 
1987: Di hêla PEN Klûba Swed bi xelata Tucholsky hat xelatkirin.
2001: Li Silêmaniyê ji Navenda Kulturî Xak, xelata ‘Pîrêmerd’ girt.