60 sal in hostetiya kûzan dike

img

DERSIM – Li Dersimê hosteyê tekane û yê ewil ku kûzan çêdike tevî ku temenê wî li pêş ketiye jî dev ji hunera xwe bernade. Bozkurt da zanîn ku bêyî rûyê wî nebe herî sebra wî nayê. 

Halîl Bozkurt (73) ê li Bajaroka Perî ya Mazgêrda Dersimê dijî ji zarokatiya xwe ve ji heriyê kûz û kelûpelên xemlê çêdike. Bozkurt bi vî karî dixwaze çanda dîrokî li ser pêya bigire. Bozkurt got ew hosteyê ewil ê kûzan li Dersimê çêdike û ji hosteyek ermen fêrî vî karî bûye. Bozkurt da zanîn ku ew xweliyê ji qeraxê Çemê Mûnzûrê îne û tevî ku temenê wî extiyar bûye jî rojê 15 kûzan û nêzî 100 heb kelûpelên xemlê çêdike. 
 
60 SAL IN VÎ KARÎ DIKE 
 
Bozkurt da zanîn ku ji bo ew pîşeya xwe li pêş bixe û serkeftîtir bibe li welatên wek DYA’yê, Fransa, Îngîlîstanê 12 welatan geriyaye û hilberînên çêdike difiroşe bajarên herêmê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê. 
 
Bozkurt got ev nêzî 60 sal in vî karî dike û ji bo ev karê wî tune nebe çi ji destê wî tê dike. Bozkurt anî ziman ku ev pîşeya ew dike aîdî ermeniyane û dîrokî ye û berê xelkê pir girîngiyê dide kûzan û cêran û ji bo tenduristiyê jî gelek baş bûye. Bozkurt got lê niha hilberînên naylon derketine û nexweşînê zêde kirine. 
 
ARAMIYA XWE JI AXÊ DIGIRE 
 
Bozkurt behsa çêkirina kûzan kir û got ew xweliyê tîne li nava hev dixe û bi heriyê çêdike. Bozkurt diyar kir ku ew naxwaze ev pîşeya wî ya hunerî bimire û ew dixwaze bêheq dersê bide û vî karî fêrî ciwanan bike. Bozkurt da zanîn ku ew gelek ji pîşeya xwe hez dike û aramiya xwe di axê de dibîne. Bozkurt anî ziman ku heta ew rûyê xwe bi heriya nesihîne sebra wî nayê. 
  
MA / Semra Turan – Mehmet Şah Oruç