Ji Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû

img

AMED - Weşanxaneya Lîsê, dîwana helbestan a ewil a Cegerxwîn ku heta niha qet nehatibû çapkirin jî di nav de 5 pirtûkên nû çap kirin. Ji van pirtûkan yek jê jî Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan a Îhsan Colemêrgî ye. 

Weşanxaneya Lîsê, dîwana ewil a Cegerxwîn a bi navê "Xoşxwan" ku di sala 1925'an de hatiye nivîsandin û heta niha qet nehatibû çapkirin, "Dîrok û Şaristaniya Ûrarttûyan" a Îhsan Colemêrgê, "Rêzimana Muzîkê" ya Fatîh Marûfoglû, "Omîdên Windayî" ya Bonîye-Suad Cegerxwîn û "Hesabgêr" a Ferhadê Mihemed çap kir. Xoşxwan û Omîdên Windayî bi çeşnên xwe helbest, Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan dîrok, Rêzimana Muzîkê huner-teorî û Hesabgêr jî bi çeşnê xwe çîrok e. 
 
DÎWANA EWIL A CEGERXWÎN
 
Xoşxwan dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawîya dîwana xwe a bi navê "Kî me Ez" de gotiye: “Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925'an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.” 
 
'DÎROK Û ŞARISTANÎYA ÛRARTÛYÎYAN' 
 
Îhsan Colemêrgî di pirtûka xwe "Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan" de li gor berhemên dîrokî yên der barê dîroka Ûrartiyan de bi awayekî berfireh li ser dîroka Ûrartûyan hûr bûye û bi hemû hêlên xwe ve behsa dîroka Ûrartiyan dike. 
 
PIRTÛKEKE HUNER-TEORÎ: RÊZIMANA MUZÎKÊ
 
Rêzimana Muzîkê ya Fatîh Marûfoglû, ji sê beşên serekê pêk tê. Başa yekem nivîsandin û xwendina muzîkê ye. Ev beş bi mijara çêbûn û belavbûna deng dest pê dike û dengên ku di çêkirina muzîkê de tên bikaranîn hatine vegotin. Paşê tê qalkirin bê ka muzîk çawa tê nivîsandin û xwendin,  pê re jî têgeh û nîşaneyên ku di nivîsandina muzîkê de tên bikaranîn hatine vegotin. Li beşa duyem, amûr û dengên ku di jendin/strîna muzîkê de tên bikaranîn hatine danasîn. Înstrûment, li gor taybetmendî û cûreyên xwe hatine senifandin û wisa jî qala wan hatiye kirin.  Bote, cûre û teşeyên muzîkê jî mijarên beşa sêyem in. Di dîroka muzîkê de kîjan bote hatine bikaranîn hatin vegotin. Herî dawîyê de jî ferhengokek hat amadekirin ku têgehên sereke yên muzîkê li ber destê xwîneran be.a   
 
Omîdên Wendayî ya Bonîye-Suad Cegerxwîn, ji 74 rûpelan pêk tê û nivîskar di Omidên Wendayî de bahsa jihevveqetîn, jihevdûrketin, jibîrnekirin, bêrîkirin û dilsozîya merivan dike. Lê ev jihevveqetîn, jihevdûrketin, jibîrnekirin û bêrîkirin ne ji ber sedemên xwezayî ne. 
 
HESABGÊR 
 
Pirtûka Ferhadê Mihemed "Hesabgêr" ji 11 kurteçîrokan pêk tê. Her çîrok qala mijar, problem, çareserî û meseleyên; şexsî, siyasî, civakî, kultirî, edebî dikin. Her yek bi form û teknîkeke cuda hatine nivîsandin. Ev formên hanê bi deng û hesên kurdî hatine têkilhevkirin û strandin. Lewma jî her çîrokek bi xwe serbixwedî ye. Di dawiya çîrokan de surprîz misoger heye û di yek beşên çîrokan de carina trajîkomîkî dibe desthilatdar.