Çîroka cih nedîtinê: Cî Nema

img
 
 
STENBOL- Kurte fîlma binavê “Cî Nema” ya çîroka zarokekê biçûk Rodî ku ji Cizîrê diçe Stenbolê û li wir jî cih nabîne, di demek nêz de derkeve pêşberî huner hezan. Derhênerê fîlmê Cabbar Alp, got: “Ez hêvî dikim ku dengê min xwest bidim bihîstin, bê bihîsitin.”
 
Kurte fîlma binavê Cî Nema ya derhêmer Cabbar Alp wê di demek nêz de derkeve pêşberî huner hezan. Fîlma ku li ser jiyana zarokek biçûk ê ku di dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê di sala 2016’an de ji malên xwe hatin derxistin hatiye amede kirin, balê dikişîne ser pişavtin, jenosît û dagirgeriya li ser gelan. Di fîlma ku ji 15 deqeyan pêk tê de, hemû derfetên heyî hatine nirxandin û behsa çîroka zarokekê biçûk Rodî yê ji navçeya Cizîr a Şirnexê diçe Stenbolê û li wir jî “cih nabîne” dike.   
 
Derhênerê Cabbar Alp derbarê çîroka kişandina fîlmê de axivî. 
 
Alp, diyar kir ku  li ku dara cîhanê dibe bila bibe, zarokên gelê rastî pişavtina civakên serdest tên û wiha axivî: “Li cihên ku pişavtin lê pir zêdeye, saziyên perwerdehiyê ne. Zarokên ji Sûriyeyê  hatin, dest pê kê ev yek jiyann. Ev jî dibe sedem ku zarok bi demêrê travmayên derûnî derbas bikin. Min jî xwest çîroka vê yekê ‘Cî Nema’ bi vê xebata xwe vebêjim.”
 
‘RODÎ DÎT KU BI CIH NABE’
 
Alp, bal kişand ser çîroka kurte fîlma xwe û wiha got: “Di vê çîrokê de behsa zarokêk ji Cizîrê dike. Weke ku tê zanîn li Cizîrê avahiyek saxlem jî nehiştin. Li wê derê cih nema. Min ez nav li kurt filma xwe kir. Ji ber cih namîne ev zarok neçar dimînin ku koçî bajarên mezin bikin. Dibe gelek ji wan xizmên xwe jî winda kiribin. Ez zarokê kut ê bajarê mezin, qeyda wî li dibistanê çêdikin. Kes naxwaze bi wî re rûne û heman sira xwe parve bike. Pir balkêşe ku, zarok ji ber vê dilê xwe bi halê xwe dişewitîne. Ji ber vê me navê Rodî li vî zarokî kir. A rastî vî zarokî dît ku çawan nikare cih bibîne.”
 
‘EM HÊVÎ DİKİN KU DENGÊ ME XWEST BIDIN BIHÎSTIN BÊ BIHÎSTIN’
 
Alp, da zanîn ku piştî çend sererastkirinên teknîkî wê fîlm bê pêşandina û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dûre em bişînin mîhrîcanan. Ez hêvî dikim ku gengê ku me xwest em bibin bihîstin, bê bihîstin.”
 
MA / Necla Demîr