Bendava Ilısu wê bajarê Tel-Fafanê di bin avê de bihêle

img
AMED - Piştî Bendava Ilisû avê kom bike, wê hem bajarê dîrokî û çandî Heskif di bin avê de bimîne û hem jî wê bajarê kendavê Tel-Fafan yê ji serdema Sîm de maye di bin avê de bimîne. 
 
Bendava Çemê Ilısû piştî avê kom bike wê warê dîrokî û çandî yê hezaran salan Heskif di bin avê de bimîne. Li aliyê din derket holê ku Bendava Ilisû wê warê dîrokî û bajarê Kendavê yê Tel-Fafanê jî di bin avê de bihêle. Bêyî li ser Bajarê kendavê Tel-Fafan ê li Gundê Til yê navçeya Misircê ku li ser çemê Dîcle û Ava Botanê di serdema Sîmê de hatiye avakirin, lêkolîn bikin û dîroka wî ronî bikin, wê di bin ava Bendava Ilısu de bimîne. Bajarê ku hebûna xwe heta Beriya Zayînê (B.Z.) bi 2000'an berdewam kir û berhemên dîrokî yên di serdema B.Z. 5500 – 3000 sal berê di serdema Kevir û Sifir (Kalkolitik) de hatiye avakirin wê di bin avê de bimîne. Tê diyar kirin ku li bajar berhemen ku di serdema Împaratoriya Roma  de hatiye avakirin jî heye. Di lekolînan de rastî şopa serdema Urukan jî tê. Di lêkolinan de derketibû holê ku berhemên Girê Başur û Nînîveh a serdema 5'emîn a Mezopotamya li vir derketiye holê. 
 
Li gorî lêkolînan li Tel-Fafan bêtir alav û amûrê kîl, kireç û kerpiç di mimariyê de hatiye emilandin.