Şahiyên li Bajaroka Perî dest pê kir

img

DERSIM – Di çarçoveya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de şahiyên li Bajaroka Perî ya dê 2 roj dewam bike jî hat destpêkirin.

Li Dersimê di roja 3’yemîn de 19’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê didome. Di çarçoveya festîvalê de starta şahiyên li Bajaroka Perî ya dê 2 rojan dewam bike hat dayîn. Di çarçoveya şahiyê de li Parka Şaredariya Periyê pêşengeha wêneyan, amûrên berê di çandiniyê de hatine bikaranîn nîşan dan. Li stantên pêş şaredariyê pirtûk, kelûpelên diyariyê û hilberînên çandiniyê yên şaredariyê firotin. 
 
Parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Murat Çepnî, Kemal Bulbul, Hevşaredarên Perî Orhan Çelebî û Songul Dogan, Malbatên Pirsûsê, nûnerên rêxistinên civakî û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn. Axaftina vekirinê ya şahiyê Hevşaredar Çelebî û Dogan kirin û behsa xebatên şaredariyê kirin. 
 
Parlamanterên HDP’ê Murat Çepnî, Alîcan Onlu axaftinan kirin. Piştî axaftinan welatiyan pêşengehê ziyaret kirin. 
Rojê bi şahiya stranan dewam kir.