Bi kargeriya rîşalê hunerê hildiberînin

img

WAN – Ferhat Demîr ê li taxa Xaçortê kargeriya rîşalê vekir bi 6 jinên ciwan re dixebitînin û kelûpelên xemlê çêdikin. Jinên ciwan hem hunerê fêr dibin hem jî ji kelûpelên xemlê kara aborî dikin. Xebatkarên kargehê dibêjin ku ew ji karê xwe kêfxweş in. 

 
Li taxa Xaçortê ya Wanê Ferhat Demîr 4 sal berê kargeriya rîşalê (polyester) vekir. 6 jinên ciwan li kargehê dixebitin. Jinên ciwan hem hunerê fêr dibin hem jî qezenca aborî bi dest dixin. Sazûmankarê kargehê Ferhat Demîr ê 36 salî diyar kir ku ew dixwaze vê hunerê fêrî însanan bike. 
 
'XEYALA ZAROKATIYA MIN BÛ’ 
 
Demîr dibêje wexta ew di 2015’an de diçe Îranê karê rîşalê dibîne û şûn ve biryar dide ku ew jî karê rîşalê bike. Demîr da zanîn ku karê wî di heman demê de xwedî qîmetek xwe hunerê heye û got: “Ji bo ciwan û jin vê hunerê fêr bibim min vekir. Ciwan hem hunerê fêr dibin hem jî qezenca xwe ya aborî jê derdixin. Niha ez bi 6 hevalên xwe yên jin re dixebitim. Min di zarokatiyê de dixwest karek wiha bikim, lê pêk nehat. Piştî sala 2015’an vê xeyala xwe pêk anî û niha vî karî dikim.” 
 
HEM HILBERÎN Û HEM JÎ XEBITANDINA ÎNSANAN 
 
Demîr anî ziman ku ji bo ew bîrdoziya vî karî li pêş bixe bi şev û roj li serê dixebitî û got: “Min ji xwe re digot ez ê pêk bînim. Min bi hezar lîreyî vê kargehê vekir. Lê niha ez hatime wê astê ku dikarim însanan bidim xebitandin û di kargeha xwe de hilberînê biki.” 
 
'MIN BI QALIBEKÎ DEST PÊ KIR, NIHA HEZAR QALIB HENE’ 
 
Demîr da zanîn ku li gel wî du car kargeha xwe girtiye jî dîsa vekiriye û wiha domand: “Ev çar sal e vî karî bi hezkirinek mezin dikim. Min bi qalibikî dest pê kiriye niha bi sedan qalibên min hene. Carek hemû eşyayên min hatin dizîkirin. Lê dîsa min vekir. Di jiyanê de tişta herî girîng perwerdehî ye. Ez jî dixwazin tiştekî li vir fêrî însanan bikim. Bi taybetî di nava civaka me ya ku ewqas jin hatiye hepskirin, bêtir dixwazim hevalên jin vî karî fêr bibin û hem jî pê debara xwe ya dibistanê bikin.” 
 
‘JI BO EZ MUHTACÊ BAV Û BIRAYÊ XWE NEBIM’ 
 
Yildiz Karaman (19) 4 meh in dest bi kargeriya rîşalê kiriye û wiha got: “Min berê pir meraq dikir. Niha vî karê min meraq dikir dikim. Ez bi qezenca xwe alîkariyê didim malbata xwe. Min xwest li ser piyê xwe bisekinim. Min nexwest ez muhtacî bav û birayê xwe bibim. Ji ber vê yekê min dest bi kar kir. Her roj ez bêtir di kar de li pêş dikevim.” 
 
'QEZENCA BI DESTÊ MIROV RÛMETÊ DIDE MIN’ 
 
Zelal Aydinyurek (17) jî diyar kir ku meraqa karê rîşalê pê re çêbûye û wiha got: “Ez bi pêşniyara hevalê xwe hatim vî karî. Heke di vî karî de kêf û hezkirin tune be tu nikarî bikî. Heke ku mirov bêtir hez bike hilberîn zêdetir dibe. Jiyan ji mirov pir re dibe kêf û eşq. Min bi vî awayî dest bi kar kir. Ez dixwazim berdewama vî karî bînim. Roja me bi xweşî li vir derbas dibe. Divê jin dikaribin di her karî de bixebitin. Jin di her karî de serkeftî ye. Bi destê xwe pere qezenckirin rûmetê dide mirov. Dema meriv heqê keda xwe distîne hestek pir xweş e. Ya herî girîng jî ew e ku tu muhtacî kesî nabî.” 
 
'DIVÊ JIN BI XWE BAWER BIN’ 
 
Songul Aşkan a 17 salî ku xwendekara lîseyê ye jî da zanîn ku ji bo ew lêçûyînên xwe yên dibistanê derxe dixebite û got: “Pêwîste her jin bi xwe bawer be. Ez bi vê yekê bawerim heke dema jin bixwaze karek ku têde bi ser nekeve tune ye. Tenê bila însan bixwazin. Di kar de ferqa mêr û jinan nîne.”