Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat

img
AGIRÎ – Bi ser koça dawî ya hunermend Hozan Serhat ê di bîra gelê kurd cih girtiye 19 sal derbas bû. Hozan Serhat bi gotinên “Çavkaniyek me ya xurt heye” li dijî tunekirina çanda kurd bi stran û awazên xwe têdikoşe.  
 
Hunermend Suleyman Alpdogan ango Hozan Serhat carna ew li “Ser xanîkan” dibe hevalê zarokan, carna ew dibe awaza “Hewlêr” carna jî dibe mêvanê Tahsîn Taha û carna jî li ber gul û kulîlkên xwezaya welatê xwe dibe parêzvanê xwezayê. Carna jî bi strana “Sîpanê Xelatê” diçe lûtkeya Çiyayê Sîpanê û dibe mêvanê Siyabend û Xecê. Dengê wî ji kerika guhê kurd û dostên wan derneketiye û nayê ji bîrkirin. Bi ser koça dawî ya Hozan Serhat re 20 sal derbas bû. 
 
DI 7 SALIYA XWE DE TEMBÛRÊ DIDE DESÊ XWE 
 
Ji ber bavê Hozan Serhat karmende di 24’ê tîrmeha 1970’an de li navçeya Eleşkîrtê ya Agiriyê hat dinê. Hozan Serhat hêj yek salî bû bavê wî koça dawî dike, Ew biçûkê 5 birayan e. Piştî bavê wan jiyana xwe ji dest dide malbat diçe navçeya Panosa Agiriyê û li vir bi cih dibe. Zarokatî û ciwaniya Hozan Serhat li vir derbas dibe û dibistana xwe heta lîseyê li Panosê temam dike. Kesek pir meraqdar bûye û serê xwe bi tiştên cuda re diwestîne. Hêj 7 salî bûye û tembûra birayê xwe mezin Arîf Alpdogan hildede destê xwe û li gorî xwe tingîniyê jê tîne. 
 
DI BIÇÛKATIYA XWE DE DIÇE STENBOLÊ 
 
Her çiqas birayê wî xwe jê bixeyîdîne jî lê di demek kin de dengê newayan ji tembûrê derdixe. Piştî demeke dirêj fêrî tembûrê dibe û birayê wî jî neçare destekê bidê. Di 16 saliya xwe de serkeftina xwe ya hunerê dide nîşandan û diçe Stenbolê û banda xwe ya bi navê “Gulo” bi navê "Murat Esen" derdixe. Lê piştî demekê ji ber zoriyên aborî neçar dimîne û vedigere Panosê. 
 
FÊRÎ GELEK ESTRÛMANAN DIBE 
 
Di 18 saliya xwe de Beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Egeya Îzmîrê qezenc dike û perwerdehiya muzîkê li vir dibîne. Fêrî gelek enstrûmanan dibe û lê dide. Yek ji van enstrûmanên fêr dibe jî amûra bi navê Tar a azerîyan e. Hezkirina muzîka kurdî di dilê wî de zêde dibe û strana “Batmane Batmane” şîrove dike û dibêje. Di sala 1991’an de aliyên hunerê ya netewî û ya gel de têdigîhîje û wek ciwanek kurd jî dikeve nava nîqaşên pirsgirêkên welat û polîtîk. 
 
DI XEBATÊN HUNERKOMÊ DE CIH DIGIRE 
 
Di sala 1991’an de bi Yildiz Alpdogan re tê nasîn û dizewice. Ew di 1’ê tîrmehê de berê xwe dide çiyayan. Hevjîna wî Yildiz Alpdogan li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 meh ceza lê tê birîn û wê dişînin girtîgehaAmasyayê. Hozan Serhat jî di nav refên PKK’ê de cihê xwe digire. Ji bo pêşketina hunera kurdî wî dişînin Ewrûpayê û di nava xebatên Hunerkomê de cih digire. 4 sal xebatên Hunerkomê birêve dibe. Xwe tenê bi xebata muzîkê re sînor nake û di heman demê de bi xebata şanoyê re jî eleqedar dibe. 
 
‘VEGERA WELAT WEZÎFEYEK E’
 
Hozan Serhat dibêje her çiqas wî xwe di aliyên amûrên muzîkê de li pêş xistibe jî nêrîna xwe ya derbarê şoreşê de wiha tîne ziman: “Ji bo şoreşgerekî vegera welat wezîfeya herî pîroz e.” Hozan Serhat li dijî hemû talûkeyên li ser çand û hunera kurdî derdikeve û wiha dibêje: “Çavkaniyek me ya xurt heye. Vegera ber bi wê çavkaniyê ve, bi taybetî li wir afirandina çanda kurdî dikeve ser milê me. Dengbêjan vê çandê heta îro anî astekê. Heke em dest neavêjin vê çandê wê tune bibe. Çand û hunera kurdan dikin tirkî. Em stranên xwe berê derxin, bixwînin û ji siberojê re ragihînin. Bila winda nebin.” 
 
VEDIGERE WELAT Û DIAFIRÎNE 
 
Di sala 1996’an de vedigere wê axa pir jê hez dike û diçe Navenda Çanda Mezopotamya ya li Hewlêrê û li vir beşdarî bi dehan çalakiyên hunerî dibe. Pêşmbergeyên PDK’ê di sala 1997’an de bi ser navenda çandê de digirin û hin hunermendan dikujin. Hozan Serhat piştî vê bûyerê berê xwe dide Botanê û beriya 20 salan di 22’ê Tîrmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê di pevçûnek eskerên tirk de jiyana xwe ji dest dide. 
 
BERHAMA HEWLÊR 
 
Hozan Serhat gelek stranan gotiye û berhemek wî ya ji 12 stranan pêk tê heye. Ev stran di berhema wî ya bi navê “Hewlêr” de cih digirin: “Hewlêr”, “Mîzgînê”, “Ax Kurdistan”, “Bîranîn”, “Wunken”, “Payîzê”, “Şêre şêre”, “Keça Agirî ya îsyankar”, “Beyadî”, “Vorê varo” û “Sîpanê Xelatê.”