Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir

img
AMED – Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi eleqeyek mezin dest pê kir. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Rojên Şanoya Gerok a Zarokan li dar dixe. Rojên Şanoyê dest pê kir. Duh êvarê li Bismil û Erxenî starta hatdayîn. Şanoya zarokan bi eleqeyek mezin hat temaşekirin. 
 
Lîstika “Sê Ezezok” a zarokan ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hat amadekirin, li Parka Ciwanan a Erxenî hat pêşandan. Temaşevanan bi kêfxweşî li lîstikê temaşe kir. 
 
ZAROK KÊFXWEŞ BÛN 
 
Civaka Şanoya Li Dijî Dîwaran lîstika “Qeşmer û Peşmerî” li Parka Biratiyê ya Bismilê li dar xist. Zarokan bi kêfa dilê xwe li lîstikê temaşe kir û bextewar bûn. 
 
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz, encûmên şaredariyê, zarok û malbatên xwe beşdarî şahiyê bûn. Beriya lîstikê rûyê zarokan hat boyaxkirin. Zarokan pêşandana şano, pandomîn û jonglor bi çepikan û kenê xwe pêşwazî kir. Pêşandan li ber kêliyên kêfxweş bi dawî bû. 
 
HER ROJ LI 2 NAVÇEYAN 
 
Lîstikên şanoya zarokan dê li navçeyên Yenîşehîr, Peyas, Karaz, Gêl, Pîran, Çinar, Hezro, Farqîn, Licê û Pasûrê jî bên pêşandan. 
 
Van rojên şanoyê dê her roj li 2 navçeyan bê pêşandan û heta 26’ê tîrmehê bidbome.