Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû

img

AMED – “Çalakiyên Koşûyolû” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi konsera hunermend Hîvron û Mîkaîl Aslan dest pê kir. Ji OHAL'ê û şûnde piştî 4 salan yekem car li Parka Koşûyolû ya Amedê dengê stranên kurdî bilind bû.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Jiyan Ya Me Ye, Gotin Ya Me Ye” Çalakiyên Koşûyolûyê dê heta meha tebaxê li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê bi şahiyên cihêreng li dar bixe. Şahiyê bi konsera hunermend Hovrîn û Mîkaîl Aslan dest pê kir. Beriya konserê bi hezaran welatî kom bûn. Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, hevşaredarên navçeyên Amedê, Parlamenterên HDP’ê, hevsrokên rêxistina HDP û DBP’ê yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê jî beşdarî konserê bûn. Di şahiyê de belavokên bangewaziya beşdariya mitînga HDP’ê ya dê sibê li Qada Îstasyonê li dar bixe jî li welatiyan hatin belavkirin. 
 
PIŞTÎ 3 SALAN DENGÊ STRANÊN KURDÎ BILIND BÛ 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji 1’ê mijdara 2016’an heta hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê di bin rêveberiya qeyûmê de bû şahiyên bi vî rêngî li dar nedixist. Balkêş e ku piştî şaredarî ket bin rêveberiya HDP’ê û yanî 4 sal şûn ve li qadek vekirî ango parkekê şahiyek çand û hunerî hat lidarxistin. Ji serdema ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) heta niha li dar xistina çalakiyan û şahiyan a li Parka Koşûyolû qedexe bû. Ev sê sal in Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mrovan nikarin çalakiya xwe ya heftane ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar bixin. 
 
Her wiha seranserî pêvajoya çalakiyên gireva birçîbûnê malbatên girtiyan û HDP’iyan dixwestin li Parka Koşûyolûyê çalakî ango daxuyanî li dar bixin, lê polîsan park li wan qedexe kiribû û her carê mudaxeleyên tund li dijî malbatan û HDP’iyan pêk anîbûn.
 
Mirova dikare bêje ku piştî 4 salan ji parkek Amedê dengê stranên kurdî bilind bû û şeva Amedê li ber stranan şên bû. Beşdariya ji heft saliyan heta heftê saliyan jî balê dikişand ser xwe.
 
HÎVRON Û MÎKAÎL ASLAN AMEDIYAN DILGEŞ KIRIN 
 
Ji çar hawîrdorên Amedê welatî herikîn konserê. Konserê bi axaftina Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli dest pê kir. 
 
Piştî axaftinê Hunermend Hîvron û Mîkaîl Aslan derketin ser dikê. Ewil Hîvron derket ser dikê û welatiyan li ber terzê stran û muzîka xwe dilgeş kir. Hîvron şevê li ber stranên pêşengên wêje û helbesta kurdî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî şên kir. Ciwanan li ber stran û awazên Hîvron coşiyan.
 
Mîkaîl Aslan jî derket ser dikê û şevê li ber stranên zaravayê kirmanckî mest kir. Aslan stranan got û welatiyan lê dubare kir. 
 
Piştî konserdayîna Hîvron û Mîkaîl Aslan, roja ewil a şahiyê bi dawî bû. 
 
Dê îşev jî saet li 19.00’an Koma Navenda MA Muzîkê derkeve ser dikê û konser bide.