Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû

img

AMED - Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok piştî pêşandanên heftiyekê yên li Amed û navçeyên wê bi dawî bû. 

Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok ku bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemaya Mezopotamya di 13'ê Tîrmehê de dest pê kir, bi dawî bû.  Di bernameya ku her rojê li 2 navçeyan hat pêşandan de, fîlmên "Sibel" ya ku derhêneriya wê Çagla Zencîrcî û Guilloume Glovanettî dike,  "Borç" ku derhenirya wê Vuslat Saraçoglu dike, "Heta bêhna min diçike" ku derhênriya wê Emine Emel Balci dike û  "Kevok" ku derhêneriya wê Banu Sıvaci dike hatin pêşandan û derketin pêşberî sinemahezan.
 
Pêşandana fîlman a ku di 13'ê Tîrmehê de li navçeya Farqînê dest pê kir, li navçeyên Gêl, Karaz, Erxenî, Çinar, Hezro û Rezan hatin pêşandan. Fîlm rastî eleqeyek mezin a jinan hatin. 
 
PÊŞANDANA BI DAWÎ KIRINÊ 
 
Bi dawî kirina rojên fîlman herî dawî di 19’ê Tîrmehê de, li Parka Tema ya Navçeya Peyasê bi pêşandina fîlman hat kirin. 
 
‘ME HEWL DA EM FÎLMAN JI NAVA SALONÊN TENG DERXIN PARKAN
 
Endamê Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan, fînala rojên fîlman de axivî û wiha got: “Me bertekên erênî girtin. Me nexwest ku em fîlman hepsî navendên bajaran bikin. Me hewl da ku em fîlman ji nava salonên teng derxibin û di parkan de pêşkêş bikin. Îro roja me ya fîlman dawî dibe. Lê şahiyên me yên wisan dê dewam bikin. Emê  di demek nêz de bernameya xwe ya nû ji raya giştî re aşkere bikin.”