Cezayê Zûhal Olcay erê kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê ji bo hunermend Zûhal Olcay hatibû dayîn, erê kir.  

 
11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê yê ji bo hunermend Zûhal Olcay a bi îdîaya di 5’ê Tebaxa 2016’an de li cihekê Kadikoy di dema staran digot de, bi liv û tevgera destên xwe heqaret li Serokkomar Tayyîp Erdogan kiriye hatibû dayîn, ji aliyê 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 
 
Di encama îxbarekê de, derbarê hunermend Zûhal Olcaya de doz li 46’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Stenbolê hat vekirin û bi îdîaya “Heqaret li Serokkomariyê kirin” 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birin. Piştre 2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê, ev ceza derxist 11 û 20 roj cezayê girtîgehê. 
 
Dûre parêzerên Erdogan biryara cezayê girtîgehê yê 11 meh û 20 rojan, temyiz kiribûn.