Avahiyên ermeniyan ên li Çewligê yeko yeko hildiweşin

img

ÇEWLIG - Li Çewligê, avahiyên ji serdema ermenanan mane yeko yeko xira dibin. Li herêmê deverên wekî îbadetxaneyên dihatin bikaranîn piranî hilweşiayne û ên mayî jî wekî axur tên bikaranîn. 

Piştî qirkirina 1915'an a ermenan li Tirkiyeyê avahiyên ji wan mayî yeko yeko tune dibin. Li navçeyên Gêxî, Boxlan, Adakli û Sancakê yên Çewligê dever û îbadetxaneyên ji dema ermenan mane hin jê rûxiyane û yên mayî jî bi awayekî din tên bikaranîn.  Kitabeyên hin avahiyan hatine rakirin an wekî axur tên bikaranîn an jî deriyên wan hatine qefilandin. Li herêmê tenê kaniyên ji dema ermenan mane tên bikaranîn. Dêra li navenda Adakliyê ku dîroka wê nayê zanîn, niha li ber hilweşandinê ye. Li kêleka vê avahiyê mizgeftek û li ser wê jî kursa Qur'anê hatiye çêkirin. Her wiha navê vê dêrê jî nayê zanîn.  Li jêra vê dêrê kaniyeke sêçavî heye. Li kêleka vê kaniyê deriyek heye û dema mirov di derî re dikeve hundur rastî odeyekê tê. Şêniyên herêmê dibêjin ev der wekî depoya hewaya cemidî hatiye bikaranîn. Dêr û kanî bi hev ve ne. Ava kaniyê ji bin dêrê tê. 
 
KÎTABE HATIYE RAKIRIN
 
Her wiha kîtabeya dêrê jî ji cih hatiye rakirin û şûna kîtabeyê bi texteyekî hatiye girtin. Tê gotin li navçeyê du dêrên din jî hebûne, lê belê ji ber nehatine parastin rûxiyane. 
 
Şêniyên herêmê, bilêv kirin ku cihê dêrê yên hatine rûxandin ji aliyê defînegeran ve hatiye texrîbkirin, lê belê piştî mizgeft hatiye çêkirin êdî dest endane dêrê.  Li gundê Zermaxê jî dêreke ermenan heye. Di sala 1980'yî de ji ber erozyonê gund hatiye valakirin. Tê gotin di sedsala 19'an de 100 malên ermenenan û 15 malên kurdan li Zermaxê hebûne. Li Çewligê yek ji dêrên li ser piya maye jî dêra li vî gundî ye. Lê belê piştî ermenî hatine sirgûnkirin ev der bûye wargeha defînegeran û ji ber hîmê wê hatiye kolandin niha li ber rûxandinê ye.  Ev dêr, heta demeke dirêj ji aliyê misilmanên li gund wekîa xur hatiye bikaranîn. Lê piştî gund hatiye valakirin, dêr jî wisa maye û niha li ber rûxandinê ye. 
 
BÛYE HÊLÎNA ŞEVŞEVOKAN
 
Ev dêra ku defînegeran ew qulqilî kiriye niha veguheriye hêlîna şevşevokan. Stûnên dêrê li ser xwe ne lê belê ji ber ber dîwarên wê hatiye kolandn hindik maye birûxe. Gundiyên piştî erozyonê ji gund derketin, diyar dikin ku xwediyê vê dêrê heye. Heta kesên berê malên wan nêzî dêrê bûne îdia dikin ku ev dêr a wan e. Li gund hîn jî nêzî deh avahiyên ermenan hene, lê belê piranî jê hin deverênw an rûxiyane. Ji xeynî van xaniyan kumbetek jî heye. 4 pacên vê avahiyê hene û di hundurê wê de gorek heye. Tê gotin ev turbe aîdî alimê bi navê Yûsûf Xarpûtî ye û li ser goristana ermeniyan hatiye çêkirin. 
 
Li navçeya Gêxiyê jî dêrek heye û li ber rûxandinê ye. Tê gotin navê vê dêrê Sûrp Kevork e. Kîtabeya vê dêrê jî tune ye. Têg otin piştî tehcîra ermenan di vê dêrê de heywan hatine xwedîkirin. 3 sal in li benda selihandinê ye. Walîtiya Çewligê, sê sal berê ji bo dêra Sûrp Kevorkê gotibû ew ê dêrê biselihînin, lê behê hîn jî dêr nehatiye seliahndin û her diçe dêr xirabtir dibe. 
 
Têkildarî mijarê me xwe gihand rayedarên Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî. Rayedaran bilêv kir ku der barê avahiyên dîrokî de tenê erka tescîlkirin û berpêşkirina projeyan di dest wan de ye, ji bo restorekirina avahiyên dîrokî budçeya wan tune ye û ev erk jî di destê Walîtiya Çewligê de ye. 
 
MA / Arjin Dilek Oncel-Aydin Atay