Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan

img

AMED – Belgefîlma “Efsaneya Yaşar Kemal” a ku jiyana nivîskarê navdar Yaşar Kemal vedibêje li Amedê hat pêşandan. 

 
Bi organîzasyona Şaredariya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê belgefîlma “Efsaneya Yaşar Kemal” a jiyana nivîskarê navdar Yaşar Kemal vedibêje li eywana sinemaya Navenda Çandê û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken, gelek nivîskar, siyasetmedar û welatî li belgefîlmê temaşe kirin. Derhênerê belgefîlmê Aydin Orak jî di pêşandanê de amade bû. Belgefîlm saetek û 45 deqîqe didome û welatiyan eleqeyek zêde nîşanî belgefîlmê dan. 
 
Belgefîlm kêlî bi kêlî behsa hûrguliyên jiyan û bîranînên Yaşar Kemal dike. Di herîkîna belgefîlmê de bêtirîn cih dane axaftin û nirxandinên Yaşar Kemal jî. Belgefîlm wek navê xwe efsaneya Yaşar Kemal vedibêje. Bi kurtasî jiyana Yaşar Kemal a ji Wanê heta dirêjî Edeneyê û Stenbolê dibe, taybetmendiyên wêjeya wî û jiyana wî ya şoreşgerî hemû radixîne pêş mirovan. 
 
Di belgefîlmê de ya herî bala mirovan dikişîne jî kêliyên ku Yaşar Kemal li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) ji ber nivîs, hevpeyvîn û azadiya ramanê û îfadekirinê tê darizandinê ye. 
 
Heta niha belgefîlm li 30 bajarên Tirkiyeyê hatiye pêşandan. 
 
Di dawiya nîşandana belgefîlmê de Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken, Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, derhêner Aydin Orak û nivîskar Şeyhmus Dîken derbarê jiyana Kemal û belgefîlmê de axaftinên kurt kirin.